Biden, belgeyên bi dizî mane ji bo raya giştî aşkera dike

Biden, belgeyên bi dizî mane ji bo raya giştî aşkera dike

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Joe Biden belegeyên FBI yên di derbarê êrîşên 11 ê êlûnê de û belgeyên heya niha bi dizî mane bo xelkê vedike. Biden di wexta hilbijartinan de soz dabû xelkê. Li ser soza xwe biryarnameya aşkerakirina belgeyên bi dizî îmze kir.

Li ser soza ku berê dabû, Joe Biden fermanê da wezareta dadê û dezgeyên din yên federal da amadekariya vekirina belgeyan bikin.

Biden, fermanê daye FBI ku li ser êrîşên 11 ê êlûna 2001 ê ku li dora 3 hezar kes di kûleyên cêwî yên navenda bazirganî ya dinyayê de miribûn û divê di nav 6 mehan de belge bo raya giştî vebin.

Di 11 ê êlûna 2001 ê de 4 balafirên rêwiyan ji aliyê terorîstan de hatibûn revandin. 2 ji wan balafiran li kûleyên cêwî yên bazirganî xistibûn, yek ji wan Pentagonê kiribû hedef û ya çarê ji aliyê balafirên F-16 an de li Pensilvanyayê xistibûn xwarê. Di êrîşê de 3 hezar kes miribûn ku niha xwediyên wan 3 hezar kesan dibêjin bila Biden soza xwe bicîh bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin