Bexda- Rewş aloz dibe!

Bexda- Rewş aloz dibe!

Hin kesên nenaskirî li Bexdayê li dijî xwepêşanderan êrişeke çekdarî pêk anîn û ligor medyaya Iraqê di wê êrîşê da herî kêm 10 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Xwepêşandan li Bexdayê paytexta Iraqê berdewam îşev roja înê 06- 12-2019an li nêzikî pira Sînek  hejmareke kesên nenas êrişî xwepêşanderan kir û di encamê de 10 kes hatine kuştin û herî kêm 100 kes jî birîndar bûne.

Ligor medyaya Iraqê heta niha nayê zanîn bê hêzên emnî yên Iraqê êrîşî xwepêşanderan kirîye yan gûrûbên ser milîsên bi Heşdî Şabî. Lewre duhê êvarî milîsên Heşda Şabî beşdarî nava xwepêşanderan bibûn û jî paşîyê da kêr li xwepêşanderan dabûn û herî kêm 7 xwepêşander birîndar kiribûn. 

Reutersê belav kirîye ku gurubeka çekdar a nenaskirî ew êrîş encam daye. Herwiha şahidên bûyerê jî amaj bi wê yekê dikin ku bi destpêka wê êrîşa çekdarî va berqa meydanê jî hatîye birin.

Ji destpêka meha Cotmehê va xelkê Iraqê bo di dawîbûna gendelî û xizmetguzarîyan derketibûn kolanan û dest bi xwepêşandanan kiribûn. Li gelek parêzgehên Iraqê di navbera xwepêşanderan û hêzên emnî yên Iraqê da pevçûnan rû dabûn û di encama alozîyên di navbera hêzên emnî û xwepêşanderan da herî kêm 430 kes miribûn û 19 hezar kes jî birîndar bibûn.

Piştî berbelavbûna xwepêşandanan û li ser daxwaz rêberê dînî yê Iraqê Elî Sîstanî serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî 30-11-2019an dest ji kar vekişandina xwe aşkere kiribû.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin