Bexda 2 lîwayên polîsê federal li Şingalê bicîh dike

Bexda 2 lîwayên polîsê federal li Şingalê bicîh dike

.

A+A-

Jêderekî ewlehiyê ragihand; duh pêncşemê du lîwa ji polîsên federalî yên Iraqê gihiştin parêzgeha Nînowa ji bo bicihbûna li navçeya Şingalê.

Jêderê ewlehiyê ji malpera Şefeq Newsê re ragihandiye: “Ew du lîwayên hêzên polîsên federalî gihiştine navçeya Şingalê, da ku îro înê li wir bi cih bibin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Hêzên polîsên federalî li devera sînorî yê ligel Sûriyê belav bûne.” Li ser hejmara her du lîwayan diyar kiriye ku herî kêm 2 hezar û 500 polîs in.

Bexda û Hewlêr di 9ê Cotmehê de gihiştin rêkeftinekê. Li gor wê rêkeftinê, her du alî, wê deverê ji aliyê îdarî û ewlehî ve bi hevbeşî bi rê ve bibin.

Herwiha li gor rêkeftinê, hêzên federalî yên Iraqê dê li wê navçeyê belav bibin û divê hemû komên çekdar ên din ji Şingalê derkevin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin