Beşar Esed di lûtkeya Komkara Erebî de bal kişand ser “fikrên Osmanî”

Beşar Esed di lûtkeya Komkara Erebî de bal kişand ser “fikrên Osmanî”

.

A+A-

Serokê Sûriyê Beşar Esed di gotara xwe ya Komara Erebî de got, “Sernav gelek in, lutke têrê nake, ji tawanên dagirkeriya Siyonîzm derheqê gelê berxwedêr ê Îsraîlê dest pê nake û ne jî ji fikrên Osmanî yên bi tama Ixwanî ya xwar bidawî nabin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed îro Înê 19ê Gulana 2023an piştî 12 salan beşdarî civîna Komkara Erebî bû ku endamtiya wê ji ber tundûtûjiya li dijî xwepêşandanan û şerê navxwe yê Sûriyê hatibû rawestandin.

Esed diyar kir, dibe ku ji ber hinek sedeman mirov hinek caran hembêzan biguhere lê Sûriyê xwederketina xwe ji Erebiyatiyê re naguhere û “Dilê Erebiyatiyê”ye.

Serokê Sûriyê herweha hêvî xwest ku ev lûtke bibe destpêkek ji bo qonaxeke nû ji karê Erebî yê hevbeş ji bo aştî û geşedanê li şûna şer û wêraniyê.

Serokê Sûriyê Beşar Esed got, “Derbarê wan mijarên ku rojane me mijûl dikin, ji Lîbya bo Sûriyê, Yemen û Sûdanê û gelek mijarên din li navçeyê din, em nikarin çareserkirina nexweşiyan bi çareserkirina nîşanan. Ew hemû mijar girêdayî navûnîşanên mezintir e ku berî niha nehatine çareserkirin.”

Beşar Esed di civîna Komkara Erebî de her wiha anî ziman, “Sernav gelek in, lutke têrê nake, ji tawanên dagirkeriya Siyonîzm derheqê gelê berxwedêr ê Îsraîlê dest pê nake û ne jî ji fikrên Osmanî yên bi tama Ixwanî ya xwar bidawî nabin, ji geşepêdana civakên me cuda nabe, li vir erkê Komkara Erebî tê pêş, ji ber ku ew çavkaniya gotûbêjkirina dozan û çareserkirina wan e bi şertê pêşxistina mekanîzmeya karê xwe.”

Esed di berdawama axavtina xwe de got, “Axaftina li ser hinek ji wan mijaran, pêwîstî bi axaftina li ser hinek derzên ku li meydana Erebî çêbûne di dema 10 salên bûrî de, vegera Komkara Erebî ji rola xwe re ji bo çareserkerê rih bibîne ne ku birînan kûrtir bike. Ya girîng ew e ku mijarên navxwe ji xelkê wê re bicih bihêlin, ji ber ku ew dikarin karûbarên xwe birêve bibin, ya li ser me ew e ku em rê li ber destwerdanên derve bigirin û alîkariya wan bikin dema ku dixwazin.”

Beşar Esed di dawiya axavtina xwe de anî ziman, “Li Sûriyê, rabirdû, niha û siberoja wê Erebiyatiyê ye, lê Erebiyatiya xwedî lê derketinê ye, ne Erebiyatiya hembêzan e, hembêz diçin û tên. Dibe ku mirov ji hembêzekê biçe yekî din ji ber hinek sedeman, lê xwedî derketina xwe naguhere û yê ku biguhere jî, ew bê xwedî derketine. Yê ku dikeve dil de, nakeve hembêzan de, Sûriyê dilê Erebiyatiyê ye û ew jî di dilê wê de ye. Di vê dema ku em di vê lutkeyê de ne di cîhaneke aloz de, hêvî zêde dibin di çarçoveya vê nêzîkbûna welatên Ereb di navbera wan de û welatên Ereb û herêmî de ku ev lûtke jî encam wê bû. Ez bi hêvî me ev lûtke bibe destpêka qonaxeke nû ji karê Erebî re ji bo yekdestî di navbera me de, ji bo aştî û geşedanê li şûna şer û wêraniyê.”

Civîna vê carê ya Komkara Erebî ya li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdiyê hate kirin, mijarên wek vegera Sûriyê bo nav Komkara Erebî, şerê navxwe yê Sûdanê û şer û pevçûnên li Yemenê yên sereke bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin