Berpirsekî YNKê: Eger heye 5 heta 7 endam bo rêveberîya YNKê bên zêde kirin

Berpirsekî YNKê: Eger heye 5 heta 7 endam bo rêveberîya YNKê bên zêde kirin

Berpirsê YNKê ragehand, hîn peyrew û bernameya partîyê de destkarî nehatîye kirin û dibe hejmarek nerazîyên YNKê li encûmena giştî ya rêveberîyê bên zêde kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro 14.01.2020ê yekem civîna encûmena giştî ya rêveberîya YNKê li Silêmanîyê destpê kir û 124 endamên encûmenê ku hatibûn helbijartin amadeyî civînê de ne.

Cîgirê berpirsê malbenda Duhokê yê YNKê Elî Oremarî ji BasNewsê re ragehand, yek ji mijarên guftûgoya civînê taybet dibe derbarê behsa nîgeranîya wan rêveberên ku kongreyê de derneketine ye. Û got pêwîste rêçareyek bo nîgeranîyên wan rêveberan bê dîtin

Li gor gotinên Oremarî çend eger bo çareserîya nîgeranîya heye, yek ji wan jî hejmara rêveberên YNKê ji 124 kesan ve bibe 129 kes an jî 131 kes û 5 heta 7 kesan dê bo endamtîya encûmena giştî ya rêveberîyê bê zêdekirin û got: ‘’Hîn peyrew û bernameya YNKê de destkarî nehatîye kirin û dikare kar li ser bê kirin.’’

Herwaha aşkera kir, egerekî din jî heye bo ewên ku derneketine, ji ber hejmar zêde ye, ew jî bicîh kirina wan di mekteb û rêveberîya parêzgehên YNKê de, herwaha danîna wan di peywirên pişka YNKê yên hikûmetê de.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin