Berpirsê malbenda Hewlêrê yê YNKê: Serdana parêzgarê Hewlêrê nîşaneya bi hemaheng kirinê ye

Berpirsê malbenda Hewlêrê yê YNKê: Serdana parêzgarê Hewlêrê nîşaneya bi hemaheng kirinê ye

.

A+A-

 Bi armanca çêkirina hemahengiyê di navbera parêzgeriya Hewlêr û aliyên siyasî yên Kurdistanê de, ku binkeyên wan li bajarê Hewlêrê ne, parêzgerê Hewlêrê yê nû serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Îro 03.03.2021ê di yekem serdana xwe de parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw serdana malbenda YNKê ya li bajarê Hewlêrê kir. Piştî civînê jî berpirsê malbenda 3 ya YNKê got: ‘’Destpêşxeriya parêzgerê Hewlêrê bo serdana aliyên siyasî nîşaneya hemaheng karkirinê ye li ser asta parêzgeriya Hewlêrê û li gel yek kar kirinekî ku hemû alî jê sûdmend bin.’’

Di civîna çapemeniyê de berpirsê malbenda 3 yê YNKê Dr. Rêbwar Îsmaîl ragehand: ‘’Erkê li ser milê parêzger erkekî girane û em jî li Hewlêr çi pêwîst be û em bikarin bikin emê alîkariya wî bikin bo birêve birina erkên xwe.’’

Herwaha got, pêwîste ew astengên hene li pêş kar kirinê û xeletiyên kar kirinê bên rakirin, herwaha me daxwaz ji parêzgerê Hewlêrê kir malbatên şehîdan û ewên ku di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûne ji malbatên wan re erd bên dayîn.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî amaje bi wê yekê kir ku ev serdana îro ya min û hewkarên min ji qaymeqamiya Hewlêrê, destpêka bernameyekî serdana aliyên siyasî ye, ku du armancên wê hene. Bernameya me li ser sektorên xizmetê li ser asta parêzgeha Hewlêrê ku armanca me kar kirine bo xizmeta xelkê û karê me dûr dibe ji karê partîcîtiyê xizmet bo hemû xelkê Hewlêrê ye.

Armanca me ya duyem jî serdana me bo wê yekê ye ku hemû alî alîkarê me bin bo ku em bikarin xizmetên xwe berfireh bikin. Aliyên siyasî jî em ji wan têbiniyan dixwazin agahdar bikin.

Umêd Xoşnaw ragehand, parêzgeha Hewlêrê naha li ber metirsiya vîrusa koronayê ye û em hewl didin bargiranî nekeve ser milê hemwelatiyan, ji ber rênmayiyên û projeyên xwe parastinê bicîh bînin ku hemû aliyek selamet be.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin