Bernard Kouchner: Tenê Dr. Qasimlo bawerî bi vê yekê hebû

Bernard Kouchner: Tenê Dr. Qasimlo bawerî bi vê yekê hebû

Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê B. Kouchner: "Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke xurt û her bi pêş ve diçe". Û derbarê referandûmê jî dibêje: “Encama wê gelek balkêş û dilxweşker bû, min ti caran nedîtîye xelk ji sedê 92.7 deng bo serxwebûnê daye".

A+A-

Navenda Nûçeyan- Derbarê doza Kurdî û serxwebûna Kurdistanê de jî Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê dibêje, “Bêguman li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyê hemû Kurd beşek in ji heman xewn û xeyalê lêbelê Kurd ti cara ne yekgirtî ne, ti caran weke pêwîst hev nagirin. Heta ku karîban Kurd tenê li nav Iraqê yekgirtî ban.” Kouchner tekez jî dike ku bi çek sînor nayên guhertin û dîyar dike, “Peyama herî mezin ew e ku 40 milyon Kurd hev bigirin. Pêwîstî bi yekgirtina sîyasî heye. Tenê Ebdulrehman Qasimlo bawerî bi vê yekê hebû.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê jî Kouchner dîyar dike, “Rojava di warê civakî de balkêş bû. Di warê pêgeha jinan de di asteke gelek baş de bû. Ev gelek girîng bû bo pêşeroja welat. Lêbelê di heman demê de, YPG û Rêveberîya Xweser guftugoyê li gel opozîsyona Rojava nakin. Ez ji wan re dibêjin, hev bigirin û hevgirtin gelek pêwîst e.”

Wezîrê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ku doz û rewşa Kurdan ji nêz ve dişopîne û dostekî Kurdan ê qedîm e, beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê bû û derbarê Herêma Kurdistanê, rewşa Rojavayê Kurdistanê, dawîn pêşhatên li Iraq û Rojhilata Navîn, bersiva pirsên Ala Şalî dan.

Tu pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraqê çawa dibînî?

Dîyar e, niha Herêma Kurdistanê cihekî aram e, min xelkê wê, Serok û serokwezîrê wê dîtibûn û ew  bi baş î wê otonomîyê birêve dibin. Peywendîyên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê aloz in. Lêbelê mijûl e ku ber bi baştir ve biçe.

Piştî serkevtin û têkbirina artêşa Iraqê ber bi baştir ve diçin. Aborî gelek baş nebûye, gelek proje hîn nehatine temamkirin. Lêbelê baş diçin û heta radeyekê aştî û lihev têgihiştin li nav xelkê heye. Lê Hewlêr li gel Silêmanîyê naxive û Silêmanî jî li gel Hewlêrê naaxive. Mixabin weke her tim, nakokîyên mezin hene.

Roleke wek ya bihêz di berevanîkirina Kurdan de hebû, pêşkevtinên ku li Kurdistanê hatine bidestxistin heta çi radeyê we dilxweş dike?

Ez gelek dilxweş bûm ku Serok Barzanî ragihand ku ew dê giştpirsîyê encam bidin, wate bi rêkxistina referandomê. Bêguman hilbijatinek çêbû û encameke gelek baş da û gelek baş hatibû amadekirin bêyî ku guh bi pêşhatên paşê bê dayîn. Encama wê gelek balkêş û dilxweşker bû, min ti caran nedîtîye xelk ji sedê 92.7 deng bo serxwebûnê bidin. Lêbelê welatên navçeyê dilxweş nebûn û red kirin. Wan daxwaz ji Barzanî kirin ku encamên giştpirsîyê hilweşîne. Ew xeletekîyeke gelek mezin bû. Donald Trump, Emmanuel Macron, serokwezîra wê demê ya Brîtanyayê Theresa May tênegihiştin ku ew herêm nûnerayetîya çi dike, peywendî, wekhevî, demokrasî, pêkvejîyana ayînî û hikûmranî baş e, ev hemû mijarên sedem in, ne tenê yek babet, weke komeke babetan. Lêbelê mixabin qebûl nekirin. Piştre xîyanet bi dû de hat.

Li gor te pêwîst bû Kurd wê giştpirsîyê bikin, wek ku te amaje pê kir?

Ew a dîyar e nizanim ka divê piştgirî kiriban an na, ji ber ku ev pirsekî exlaqî nîne, pirsekî sîyasî ye û divîyabû bikin. Dibe ku dem bi başî nehatibe dîyarkirin, lê giştpirsî guncaw e û ji sedî 92ê xelkê deng bi ‘erê’ da. Rêjeyeke kêm red kir. Xelk gelek dilxweş bûn, gelek balkêş bûn, ew dîmenên dilxweşker ên keçikan ku bi cilên Kurdî yên reng û reng, bo yekem car deng didan, gelek girîng bû. Destpêka qonaxeke nû bo Kurdan.

Li gor te hewldanên ji bo guhertina destûrê li Iraqê ji bo lawazkirina pêgeha Kurdistanê ye li Iraqê?

Destûra Iraqê, destûreke federal e. Ez wan kesên ku destûr nivîsandine dinasim. Guftugo û gengeşe gelek li ser hatin kirin.

Niha xwepêşandanên mezin li Iraqê birêve diçin....

Rewşa niha ya Iraqê gelek aloz e. Xwepêşandan gelek bihêz in. Kuştina xelkê jî gelek zêde ye. Ew a ku ku tûşî xwepêşanderan bûye, dirindîyîyeke bawer pê nekirîye. Ez ne piştrast im ku ew rêya rizgarbûnê be ji wê rewşê. Dizanim Serokwezîr kesekî zîrek e û baştir e ji yên din. Lê niha gihiştîye şikestinekê. Xwepêşandan berdewam in û niha nayê zanîn ka çi guhertin di destûrê de bên kirin. Eger ev destûr bê redkirin û federalîyê hilweşînin ku di vê destûrê de hatîye çespandin, ev dibe şikestinek bo Kurdan û eger hilweşînin ev dibe şikestineke din bo Kurdan. Niha nizanim ka dê federalî bê hilweşandin an na.

Çarenivîsa navçeyên nakok çi dibe ku niha Erebkirina wan navçeyan berdewam e û divê Kurd çi bikin ku madeya 140 a destûrê bê cîbicîkirin?

Eger madeya destûrê bê cîbicîkirin, hemû tişt diguhere. Lê pirsgirêk ev e ka kî serkirdayetîya Iraqê dike! Aşkere ye ku Îran e. Wate Iraq di bin desthilata Îranê de ye. Ev bi şêweyekî mezin e û eger rewşa nîya ya Rojhilata Navîn berawird bikin bi 10 salên berê, niha bi şêweyekî xerabtir e. Li Sûrîyê binêrin, Kurdan rolek hebû ku rolekê bilîzin, bi piştrastî rola wan hebû, lê zehmet bû ku di maweyê 5 heta 10 salan de wî karî bikin. Di wê maweyê de rewşa Kurdên li hemû parçeyan guherî. Bêguman li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyê hemû Kurd beşek ji heman xewn û xeyalê lêbelê Kurd ti cara ne yekgirtî ne, ti caran weke pêwîst hev nagirin. Heta ku karîban Kurd tenê li nav Iraqê yekgirtî ban, mebesta min YNK û PDK ye, lê mixabin çîroka şerê navxwe li bîra me hamûyan e ku zêdetir ji hezar kes ji herdu alîyan hatin kuştin. Karê sereke peyivîna li gel cîranan e. Niha rewş cihgir e, ew a derbarê Iraqê de. Lêbelê heta li Sûrîyê jî Kurd di rewşeke dîplomasîyê ya heta radeyekê guncaw de bûn. Şerê Beşar Esed nedikirin. Lêbelê niha Kobanî Beşar Esed ve dest bi ser de hatîye girtin, Reqa jî. Ev şikest e, ev wehm e.

Pêgeha Kurd li Rojava çawa dibînî?

Niha Tirkîye daxwaza 30 kîlometran, an jî 20 kîlometran diek ku li jêr desthilata birêz Putin û Tirkîyê de be. Rojava bi pêş diket. Rojava di warê civakî de balkêş bû. Di warê pêgeha jinan de di asteke gelek baş de bû. Ev gelek girîng bû bo pêşeroja welat. Lêbelê di heman demê de, YPG û Rêveberîya Xweser guftugoyê li gel opozîsyona Rojava nake. Ez ji wan re dibêjin, yekgirtî bin, yekgirtin, yekgirtin, yekgirtin. Heta li nav Rojava jî yekgirtin gelek pêwîst e.

Li gor te Kurd çi bikin bo ku ew statauya li Rojava pêk anîne, bimîne?

Rewş bi dilnîyayî ronî nîne. Li gor nêrîna min aştî yan jî xewna aştî li Sûrîyê pêwîst e bê pêkanîn weke rastîyek. Li gor min ew kongreyên tên kirin serkevtî nabin û bi ya min Putin mezinê vê lîstokêye û gelo Putin dikare bibe zilamê aştîyê? Dizanim ew zilamê şer e, kesekî bihêz e. Bêguman ez wî nas dikim. Bi ya min derfeteke gelek kêm li ber destê me ye ku Putin bê razîkirin û fişarê bixe ser Beşar Esed bo cureyek rêkevtinê di navbera Kurd û Ereban de. Lêbelê ev lîstikeke dîplomasîyê ya gelek mezin e. Divê pêşerojê aştî tê de hebe, ne ku şer. Bi hêzî çek sînor nikarin bên guhertin. Ev ne pêkan e. Rûbirûna artêşa Tirkîyê ne pêkan e.

HSD, Kurd nîgeran in derbarê helwesta li ser Rojava, taybet jî ji Amerîkayê nîgeran in, li gor careke din pişta Kurdan hat berdan?

Bersiva vê pirsê gelek dijwar e. Gelo Hêzên Sûrîya Demokratîk weke ku hatibûn nasîn, dimînin? Gelo guhertin dê çê bibin? Niha qebûl kirine ku ji sînor vekişin. Ev biryareke zîrek bû ku qebûl kirin ji sînor vekişin. Rûbirûbûna li gel artêşa Tirkîyê heta radeyekê bi dawî hatîye her çiqas bi temamî bi dawî nehatibe jî. Lê di warê sîyasî de, şîreta min ew e guftugoyê li gel wî kesî bikin ku rêverber, berpirs û mezin e û ew jî birêz Putin e, Putin li gel Beşar Esed û Tirkîye. Hûn dizanin ku hejmareke serbazên Fransî li Sûrîyê bûn û wan li gel Amerîkîyan kar dikir û Amerîkî ji ber Trump bi çav girtinekê vekişîyan. Niha divê Kurd li gel kesên berpirs biaixivin û berpirs jî di bin karîgerîya Vladimir Putin de ne. Ev take rê ye. Gelo HSD divê şer bike? Na. Dizanim wan li dijî DAIŞê şer kir û gelek bi başî jî şer kir, wan berevanî li nirxên me kirin, ew gelek qehreman bûn. Em deydarê wan e. Ji ber hindê divê em li gel biaixivin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî nîgeran e bi heman şêweyî ji sîyaseta Amerîkayê ngeran e. Fransa û Almanya weke pêşengên Yekitîya Ewropayê (YE) ne. Bi ya we, ew dikarin çi bikin bo rawestandina şer û bidestanîna mafên Kurd, bi taybetî jî parastina mafên Kurd li nav destûra Sûrîyê?

Belê, lê pêwîst bû çend sal an jî çend meh berî niha ev pirsyar ji min bihata kirin. Niha Fransî bi tenê nikarin tiştekî bikin. Dikarin piştgirîya sîyasî bikin, lê di warê serbazî de ne pêkan e. Em nikarin dest bi şer bikin li dijî Tirkîyê ku herdu welat jî endamên NATOyê ne û tê zanîn ka kê bihêztirîn artêş heye di nav NATOyê de.

Gelo divê Fransa çi bike bo bidestanîna mafên Kurd?

Divê welatên Ewropayê dest bikin bi pêkanîna sîstemeke berevanîya Ewropayê ne ku artêşeke Ewropî. Bêguman Macron piştgirî li vê dike, lê pêwîst Almanya jî bê razîkirin. Ev destpêka tiştekî nû ye. Lêbelê ev sîstem ne tenê bo berevanîya li Kurdan e, weke di rastîyê de divê di navbera Çîn û Amerîkayê de Ewropa hebe. 500 milyon rûniştvanên Ewropayê ji dewlemendên cîhanê ne. Lê her tim li paş in. Ev take rêge ye. Herwiha divê dest pê bê kirin bi razîkirina xelkê li pêşeroja Rojhilata Navîn, bi piştrastî bi şer pêk nayê, bi bombe û şer pêk nayê. Lê niha em niha behsa Îran, Tirkîye û behsa Iraqê jî nakin, hûn dizanin gelo çi li Lubnanê diqewime! Van dawîyan birêz Mîşelon daxiuyanîyên gelek tund dan. Pêwîst e civaka medenî li Rojhilata Navîn rola xwe hebe. Ew a ku li Lubnanê rû da di çend hefteyên dawîn de tiştekî nû ye. Her tim sîyaset, sîyaset, sîyaset...

Gelo tu nêzikbûna HSD û Şamê û herwiha rêkevtina di navbera herdu alîyan de çawa dibînî?

Pêwîst e guftugo bikin. Dizanim Beşar Esed dixwaze vegere hemû sînoran. Serkevtina Esed bi şerekî dirêj û xwînavî bû. Lêbelê ser Putin e, bêyî Putin Esed şikestibû. Divê li gel hev biaxivin. Niha her çiqas rewş zelal nîne jî, lê hêzên Esed nêzik in li hêzên Tirkîyê û li hember hev hêrs in û rewş heta astekê jî aloz e.

Peyama we bo Kurdan çi ye?

Ez spasîya wan dikim bo şerê li hemberî DAIŞê, spas bo xelkê qehreman, rêz lê digirin û sersaxîyê li wan dikin 15 hezar kuştîyan. Lê bawer nakim pêşeroja Rojava bi şer pêk were, divê sîyasetê bikin û bawerîya xwe bi wan kesan bînin ku min behs kir. Peyama min a mezin ew e, hûn bi tenê nînin. Li gel cîranên xwe biaxivin, li gel dijminê xwe biaxivin, li nav xaka xwe li Rojava. Yekgirtin, yekgirtin, yekgirtin... peyama herî mezin ew e ku 40 milyon Kurd hev bigirin. Ez nabjim hev bigirin bo artêşeke mezin pêk bînin, na. Pêwîstî bi yekgirtina sîyasî heye. Kesekê bawerî bi wê yekgirtinê hebû, ew jî Ebdulrehman Qasimlo bû, serkirdeyê Kurdên Îranê. Lê mixabin Îranê ew teror kir. Ev peyama min e; Hûn tenê dikarin bi yekgirtinê serbikevin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin