Berhema James Joyce 'Ulysses' bi Kurdiya Kawa Nemir derket

Berhema James Joyce 'Ulysses' bi Kurdiya Kawa Nemir derket

.

A+A-

 Yek ji berhemên herî navdar a edebiyata dinyayê piştî xebateke dûdirêj edî bi Kurdî ye. “Ulysses”a James Joyce bi Kurdiya helbestvan, wergêr û editor Kawa Nemir derket.

Berhema James Joyce a bi navê Ulyssesê bi wergera Kawa Nemir ji Weşanxaneya Avestayê derket û cara yekem li 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê hat belavkirin.

Weşanxaneyê Avestayê her wiha daye zanîn ku çapa taybet jî ya vê berhemê dê çend rojên din derkeve.

Romana Ulyssesê di Wêjeya Îngilîzî de yek ji berhemên herî baş e û di heman demê de yek ji wan berheman e ku xwendina wê ya herî dijwar e.

Di heman demê de di lîsteya pirtûkên çêtirîn ên ku heta niha hatine nivîsandin de pirtûka sereke ye.

Hebestvan û rexnegirê Amerîkî Thomas Stearsn Eliot ji bo vê berhema James Joyce dibêje, “Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”

Rexnegirê wêjeyê Harold Bloom jî bo Ulyssesê dibêje, “Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”

Nivîskar û helbestvanê Îrlandî Samuel Beckett jî wiha Ulyssesê pênase kiriye, “Berhema Joyce ne li ser qewamê ye, ew qewam bi xwe ye.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin