Berfîn Zenderlîoglu: Nasnameya min a kurdî û şanogerî ji bo min pir girîng e

Berfîn Zenderlîoglu: Nasnameya min a kurdî û şanogerî ji bo min pir girîng e

.

A+A-

Hunermenda Şanoyê Berfîn Zenderlîoglu got ku ew weke hunermendên Kurd tevî astengiyan hewl didin berhemên xwe biafirînin û tiştên baş çê bikin.  Zenderlîoglû, anî ziman ku ew ji ber cudakariya di qada şanoyê de dilgirane û got: “Ji bo min nasnameya min a kurdî û şanoya gelek girîng e.”

Berfîn Zenderlîoglu diyar kir ku ew bi nasnameya xwe ya Kurdî beşdarî çalakiyan dibe û got: “Dema ku em şanoyekê derdixin, di promiyera wê de ez bi kurdî diaxivim. Ji ber ku dema derhênerekî Almanî yan Îngilîzî derdikeve ser dikê, bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive.”

Zenderlîoglu amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin heta ji destê wan tê çanda şangeriyê bigihînin asteke bilind û got: “Ji bo vê jî di çarçoveya Şermola Performansê de me xwest em van qadên derhênerî, senaryo û lîstikvaniyê hîn xurtir bikin. Ji ber şewba vîrusa coronayê me hin xebatên xwe yên li ser înternetê jî kirin.”

Derhêner û şanoger Berfîn Zenderlîoglû Berfîn Zenderlîoglu bû mêvana bultena Rûdawê û berisva pirsên bêjera Rûdawê Hêvîdar Zana yên têkildarî li ser rewşa şanoya kurdî da.

Hevpevîna Hêvîdar Zana û Berfîn Zenderlîoglû  wiha ye:

Hêvîdar Zana: Li bajarê herî mezin ê Tirkiyê, Stenbol, Kurd di hemû warên hunerî de têne dîtin?

Berfîn Zenderlîoglû: Dibêjin li ser rûyê erdê ji bo mirovan bêçaretiyeke mezin e; ji ber ku em li vê erdnîgariyê dijîn, bê guman zehmetiyên me hene ku em bi nasnameya xwe ya kurdewarî beşdarî xebatên hunerî bibin. Ji bo me jî bêçaretiyeke mezin e. Lê ez nikarim bi neyînî nêzîk bibim û bibêjim ku Kurd di warê hunerê de tune ne. Di nava vê bêhêvîtî û bêbextiyê de em hê jî hewl didin ku tiştekî hilberînin. Hevalên me yên şanoyê li Stenbolê, li Amed û Êlihê û li Ewropayê li vir tiştekî dikin. Ji bo temaşevanan divê çandeke wiha bê avakirin. Eger repertuarek we hebe û temaşevan her hefte werin temaşe bikin, çandek dikare were afirandin. Helbet di vê qonaxê de zehmetiyên me hene.

Şanoyên te tenê bi kurdî ne? Yanî temaşevanên tirk û biyanî tên we temaşeyê lîstikên wê dikin?

Ez dikarim ji bo Şermola Performans biaxivim. Temaşevanên me ne tenê kurd in. Ji sedî 60 Kurd û ji sedî 40 jî temaşevanên din. Ji ber ku em di lîstikên xwe de nivîsandinên zimanên din jî bikar tînin. Carinan em bi îngilîzî, carinan bi almanî û tirkî bikar tînin. Ji ber vê yekê hem temaşevanên tirk û hem jî yên biyanî tên. Berê Şermola Performans xwedî sehneyek bû, lê mixabin ev nêzî 4 sal in êdî sehneyek me nemaye. Hem ji ber siyaseta li vir hem jî ji ber rewşa aborî me dev ji sehneyê berda. Lê em karê xwe wek gerok dikin, di sehneyên din de lîstikên xwe pêşkêş dikin. Ji ber nebûna sehneyê karê me hîn dijwartir dibe, lê em karê xwe didomînin.

Nebûna sehneyê bi siyasetê ve girêdayî ye yan bi sedemên aborî ve?

Bi herduyan re girêda ye. Em nikarin bêjin ku tenê li ser aborî an tenê li ser siyasetê ye. Hûn dizanin li Tirkiyê krîzeke mezin a aborî heye. Eger du bibêje ez dê li vir bi tena serê xwe bê piştgirî vî kar bikin birastî pir dijwar dibe. Ji xeynî vê, em niha dixwazin li cîhek navendî cîh çêbikin. Mînak cihê me Taksîmê bû. Kurd hatin û temaşe kirin. Me heftê sê rojan şanoyên bi kurdî lîstin. Me bi rêya Biletixê  bilêtên xwe difirotin, li wir rezervasyon kirin û hatin. Lê niha ku em bê sehne ne, ev pirsgirêk e.

Berê komên kurdî yên şanoyê zêde bûn lê ev hejmar kêm bûye. Niha çend kom çalak in?

Ez ji we re vê bêjim; niha medyaya civakî heye. Ew jî dikarin berhemên xwe li wir nîşan bidin. Lê niha Teatra Jiyana Nû heye û bi awayekî rêkûpêk xebatên xwe didomîne û ji xeynî wê Şermola Performans xebatên xwe didomîne. Ofîsa me li Kolnê heye, li wir em şanoyên xwe pêşan didin. Me li Êlihê buro vekir, li wir jî lîstik me têne pêşandan. Komên amator jî hene, lê bi piranî herêmî dimînin.

Te di gelek şanoyên Tirkiyê de cih girt û derhênerî kir. Hûn wek lîstikvanekî kurd rastî zehmetiyan tên?

Na. Ji ber ku ew jixwe dizanin ez kî me. Nasnameya min a kurdî û şanoya min ji bo min pir girîng e. Ez bi vê nasnameyê diçim. Dema ku em şanoyekê derdixin, di promiyera wê de ez bi kurdî diaxivim. Ji ber ku dema derhênerekî Almanî yan Îngilîzî derdikeve ser dikê, bi zimanê xwe yê zikmakî diaxive.

Hêvîdar Zana: Tu rastî nêzîkatiyên nijadperestî tê?

Belê, em di jiyana asayî de jî hev nas dikin. Her çiqas rasterast wekî nîjadperestî êrîşî me nekin jî, carinan di gotin û nêzîkatiyên wan de nêzîkatiyeke kolonyalîst û neteweperest tê dîtin. Lê ez bi xwe vê yekê diparêzim; dema ku ez diçim civakekê, bi heman awayî behsa wekheviya zayendî dikim û di rêza herî pêş de dixim. Eger nêzîkbûnek cuda hebe helbet em ê mafên xwe biparêzin.

Di salên derbasbûyî de di nav komên şanoya kurdî de cûreyek sansûr hebû. Her grûp dikaribû xwedî ramaneke siyasî be. Niha jî ew tişt maye di navbera derhêner û lîstikvanan de ku dibêje tu ji min î yan ne ji min î, ferqeke wisa heye?

Ez dikarim vê bibêjim Şermola Performansê bi salan di nava sansureke wiha de xebatê xwe meşand. Em bixwe jî di karê xwe de carna otosansurê dikin, lê di nav kurdan de jî sansur heye îsal nikarin bibêjim tiştek wisa nemaye. Lê îsal em dikarin bi komekê re têkiliyek rehettir saz bikin. Lê mixabin ev rewş bi salan e min gelek xemgîn dike. Ji ber ku hîn zîhniyeteke netewî rûneniştiye. Ev me ji hev diqetîne. Mînakî, heke hûn bi rêxistinek ve girêdayî ne, hûn dikarin beşdarî festîvalek an festîvalê bibin. Lê em şanoya serbixwe dikin, em girêdayî temaşevanên xwe ne, ramana me li ser şanoyê ye, ger me bikaribûya siyasetê bikirana emê berê xwe bidin siyasetê, lê mixabin ev nêzîkatî hêj jî heye.

Gelo derhêner û lîstikvanên kurd xwedî şiyana ku şanoyek mezin derxînin û performansek mezin nîşan bidin?

Ji bo şanoya Kurdî em nikarin bibêjin  hêsan e. Ji ber ku şanoya me ne ew qas xurt e. Belê, em di rêjiyê de pêş ketine, lîstikên me yên pir baş hene. Lê dîsa jî nivîskarên me yên wisa mezin nînin. Mînak em dikarin di şanoya kurdî de çend dramayan hilbijêrin, çend senaryonivîsan hilbijêrin. Yan derhênereke baş, derhênereke jin a baş. Her wiha çanda me ji bo vê çandeke 30 salî ye. Em dixwazin heta ji destê me tê vê çandê bigihînin asteke bilind. Ji bo vê jî di çarçoveya Şermola Performansê de me xwest em van qadên derhênerî, senaryo û lîstikvaniyê hîn xurtir bikin. Ji ber şewba vîrusa coronayê me hin xebatên xwe yên li ser înternetê jî kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin