Berdevkên bi navê PDK û YNKê naveroka civîna xwe aşkere kirin

Berdevkên bi navê PDK û YNKê naveroka civîna xwe aşkere kirin

.

A+A-

Roja 18.10.2021ê piştî hevdîtinên şandeya bilind a PDKê û YNKê berdevkên herdu aliyan li ser naveroka hevdîtinê civîneke çapemeniyê li darxistin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragehand, em nahêlin ji naha û pê de hikûmeta federal a Iraqê, xelkê Kurdistanê û aliyan tenê bi mijara şandina pare ve mijûl bikin û ev mafê me ye.

Berdevkê PDKê got: ‘’Ev serdane serdanekî dostane ya piştî proseya helbijartinê ye û em dixwazin aliyên Kurdistanî li gel yek biçin Bexdayê û ji bo proseya siyasî ya Iraqê li gel yek bin, ku mafên xwe yên destûrî biparêzin.’’

Mehmûd Mihemed aşkera kir: ‘’Berî helbijartinê salek dibe di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de lijneyên hevbeş pêkhatine ji bo asayî kirina navçeyên Kurdistanî, lê gelek astengî hatine pêş û wek li Şingal û Kerkûkê hate kirin ew jî rastî astengiyan hat.’’

Herwaha got: ‘’Me di civîna polîtburoyê ya di serokatiya Mesûd Barzanî de biryar da serdana hemû aliyên Kurdistanî bikin, ên ku li parlamentoya Iraqê kursiyên wan jî tine ji bo rêxistin kirina navmala Kurdistanê emê li gel hemû aliyan bicivin, ji bo ti derz û qelişandinek nebe, ku xelkê dij û nehez bikaribe bikarbîne û pirsgirêkê ji bo Kurdistanê ava bike.’’

Mehmûd Mihemed got: ‘’Derbarê mijara serokomar de jî hîn ti gotûbêj nehatine kirin, ji ber pêwîste lijneyekî taybet wan mafane gotûbêj bike ku li Bexdayê me hene. Raste serokomar pişka kurdan e, lê em nikarin bibêjin pişka filan aliye yan aliyê din e. ji ber ew ji bo Kurdistanê ye, ji bo wê biryara pêşwext nehatiye dayîn û em nahêlin ji naha û pê de hikûmeta federl xelkê Kurdistanê û aliyan tenê bi mijara şandina pare ve mijûl bike. Ev mafê me ye.’’

Berdevkê PDKê got: ‘’Bexda di yek tiştî de serkeft ew jî encama belavbûna navmala Kurdistanê bû ji wê sûd wergirtin û ji ber wê jî hemû ew pirsgirêk nehatin çareser kirin ku ji wan jî madeya 140 û Pêşmerge û meseleya neft û gaz û mafên darayî û hemû tişt di wê de asê kirin ku me hemûyan mijûl bike bi meseleya 200 milyar dînar ve. Ji naha û pê de em nahêlin xelkê Kurdistanê bi wê mijarê ve mijûl bikin, ji ber ew mafên me ne em dixwazin di budceyê de mafê me diyar be.’’

Herwaha got: ‘’Di civîna îro de behsa ti payeyekî nehate kirin, behsa şirîktiya rasteqîn hate kirin û me behsa berjewendiyên gelê Kurdistanê kirin li Bexdayê, ku em bi çi awayekî dikarin berevaniyê li berjewendiyan bikin û peywira serokomar mafê kurdane û kevneşopiyek heye ku ji bo YNKê bûye, lê ev peywir nabe pirsgirêk, ji ber bo me giringe parastina berjewendiyan e.’’

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YNKê got: “Em ê her hewlekê bidin ji bo li Herêma Kurdistanê û Bexdayê yekrêz bin. Bernameya me jî heye û em li benda encamên dawiyê yên hilbijartinan e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin