Belarûs: Her êrîşek ser sînorê me bê kirin em dê bersivê bidin

Belarûs: Her êrîşek ser sînorê me bê kirin em dê bersivê bidin

.

A+A-

Bêlarûs derbarê komkirina hejmarek zêde ya hêzên xwe li ser sînorê wê rexneyan li Polonya, Litwanya û Latvyayê digre. Wezîrê Berevaniya Belarûsê dibêje, her  êrîşek li ser me bê kirin, em dê bi tundî bersivê bidin.

Wezîrê Berevaniya Belarûsê Viktor Khrenin got "Ev tevgera leşkerî ya ku ji aliyê cîranên me ve li nêzîkî sînorê me tê kirin, ji aliyê hêzê, kelûpelan û qebareya wê, ti peywendiya wê bi krîza koçberan ve nîne."

Lê Polonya bi awayekî din li rewşê dinêre.

Wezîrê Berevaniya Polonyayê Mariusz Blaszczak dibêje "Koçber ji aliyê rêjîma Alexander Lukashenko ve tên bikaranîn daku êrîş bikin ser Polonya û piştre ser Yekîtiya Ewropayê."

Welatên Rojava li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiryarên Bêlarûsa şermezar kirin û ew tohmetbar kirin ku krîza koçberan çê dike.

Balyoza Brîtanya li NY Barbara Woodward ragihand  "Xuyaye ku Belarûs krîza koçberan çê dike, ku derencamên wê yên jeosiyasî hene."

Welatên Rojava Rûsyayê jî tohmetbar dikin û dibêjin ku wê Belarûsê germ kiriye daku vê krîzê çê bike û guşarê bixe ser neyarên xwe yên Ewropî, lê Mosko van tohmetan red dike.

Cîgirê Balyozê Rûsya li NYê Dmitry Polyanskiy diyar kir "Niha ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve lîstikek tê kirin, daku tohmetan ji ser xwe bibin. Dixwazin Belarûs, herwiha Rûsya jî bi awayekî bikin afrênerê vê krîzê."

Tundiya  gotarên Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên wê li dijî Belarûsê wiha kiriye ku Minsk û Moskow bihevre hêza xwe pêşan bidin.

Roja Înê Rûsya û Bêlarûsa manoreke leşkerî li nêzîkî sînorê Polonyayê kirin. Di sê rojên borî de jî, du firokeyên şer ên Rûsî ku şiyanên wan ê rakirina bombeya etomî hene, li ser esmanê Belarûsê firiyan.

Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko dibêje "Rûsya firokeyên bombarduman ên stratejîk şandin û firokeyên me yên esmanî jî li gel wan bûn. Divê em bi berdewamî çavdêriya rewşa ser sînor bikin. Dest ji Ewropiyan berdin bila hawar bikin. Belê ew firoke xwediyên şiyanên etomî ne."

Piştî ku yekîtiya Ewropayê bê hêvî bû jibo dîtina çareseriyekê li gel  Lukashenko, wê berê xwe da welatên Rojhilata Navîn, daku li ba xwe rê nedin xelkên xwe berê xwe bidin Bêlarûsa.

Berdevka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Dana Spinant got "Hêlên Esmanî yên Iraqê piştrast kir ku ew dê geştên xwe bo Minsk rawestînin. Turkish Airlines jî firotina bilêtan ji Tirkiyê bo Minsk rawestand. Berpirsên Tirkiyê rê nadin Hêla "Belavia" ya Esmanî ya Belarûsê torên Rojhilata Navîn Turkish Airlines bikar bîne, bi vî awayî rê nadin ew hêla esmanî koçberan bi rêya Stenbolê bibe Minsk".

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin