Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Başûrê Kurdistanê û Siyaseta Netewî!

A+A-

Di 12.05.2018an de hilbijartinên Iraqê pêk hatin. Beşdarbûna pileya hilbijartinan di bin ji %50 de bû. Ev jî tê wateya ku ji %50 zêdetir neçû ser sindoqan û îradeya xwe eşkere nekir. Tenê li ser pileya beşdarbûnê jî em rawestin, em ê bibînin ku li Iraqê hilbijartineke ne serkeftî pêk hat. Berhema vê hilbijartina ne serkeftî, rewşeke ne zelal û bi aloz derdixe ber me. Li hember vê hilbijartina ne serkeftî û bialoz, siyaseta kurd û Kurdistanê wê çi bike? Wê çawa mafên kurd û Kurdistanê biparêze û bibe xwedî siyaseteke netewî û Kurdistanî?

Dema ku em pivajoka hilbijartinan a hêzên Kurdistanê bînin ber çavan, em ê bibînin ku şerê kurdan li Başûrê Kurdistanê, ji asta netewî dûr, li ser esasên grûbî û partîzanî meşiya. Ji dêlva ku li ser esaseke tevgerîneke netewî û Kurdistanî çûna parlementoya Iraqê pîlan bikin; li ser esasê partîzanî û zêde bidestxistina kursiyên parlementoyê, temsîla partîzanî tevdigeriyan. Başûrê Kurdistanê ji temsîleke hevpar û netewî mahrûm kirin.

Piştî hilbijartinan jî ketin qirika hev û her tevgerîneke netewî Kurdistanî binpê kirin. Derket ber me ku di hest û mejiyê partîzanî de temsîleke netewî û hevpar tune ye. Ev jî dibe sebebê zeîfbûna siyaseta kurd a netewî-Kurdistanî. Destê Kurdistan li hember siyaset û nijadperestiya Iraqê girê dide û bingeha binpêkirina mafê Kurdistaniyan binpê dike. Şerê bidestxistina çend kursiyan ji bona hesabên partîzanî, hestên netewî, helwesta netewî û mafên Kurdistaniyan dike qurban.

Di beşdarbûna hilbijartinên Iraqê de, eger kurd, bi lîsteyeke hevbeş, hevgirtî û hevpar beşdarî hilbijartinên Iraqê bibûna, wê serkeftî, xwedî stratejiyeke netewî ji hilbijartinan derketana û wê ev bingeh bibûna hîmek ji hilbijartinên parlementoya Kurdistanê re jî. Mixabin ew rihê partîzanî, berjewendiyên grûbî pêşiya vê girt. Bû sebeba ku kurd li parlementoya Iraqê jî zeîf û ne serkeftî bin. Ji ber wê jî di hilbijartinên Iraqê de kurd û hêzên Kurdistanê di astên parastina mafên kurd û Kurdistaniyan de ne serkeftî bûn. Bi raya min serkeftin ne ev e ku kîjan partî çiqas deng û kursî bidest xist! Serkeftin ev e ku ji vê hilbijartinê siyaseteke netewî û Kurdistanî derdikeve an na! Di vir de jî, dema ku ez hin pîvajoka hilbijartinan û hin jî piştî hilbijartinan tînim ber çavan, dibînim ku kurdan fersendeke girîng winda kir û siyaseta netewî carek din kirin qurban ji helwest û berjewendiyên hizbî re.

Gava duyem jî li Iraqê wê avakirina hikumeteke çawa pêk were û kurd di vê hikumetê de wê xwedî roleke çawa bin? Wê bikaribin bi siyaseteke hevgirtî Kurdistanê temsîl bikin an na?

Di vir de jî derdikeve ber me ku; ji siyaseta şîe ders negirtine û careke din dixwazin mafê kurd û Kurdistantaniyan bikin qurban ji durûtiya siyaseta nîjadperestên ereban re. Nûrî El Malikî ceribandin, Heyder Ebadî ceribandin. Niha jî dixwazin Benî Sedr biceribînin(!) Gelo di serê siyaseta kurd de Benî Sedr çiye û çawa divê bê nirxandin ku, bi hesab û serkeftî nêzî vê grûbê bibin ku herî zêde xwedî kursî (54 kursî) ye? Dema ku siyaseta kurd, di nav xwe de ne hevgirtî û xwedî stratejiyeke Kurdistanî be, wê bi têkilîyên Benî Sedr re çawa serkeftî be?

Beni Sedir, nîjadperestekî ereb, şîe û Iraqî ye. Ekolek ji siyaseta Iraqê ye. Tilîya wî di nav dolivgeriya Iraqê, gendeliyên Iraqê û avakirina Haşdî Şabîî de heye. Yek ji wan kesê mîmarê dagirkirina Kerkûk, Xaneqîn û hemû herêmên xaka Kurdistanê ye. Hin mesafe bi Emerîka re têkildar, hin şagirdekî siyaseta Medresa Kum û hin jî ji siyaseta Suûdî re jî hêviyeke erebên Iraqî ye. Li gor esasên nîjadperestiya ereban û Îslamê dijminekî Îsraîl e. Xwe wek siyasetmedarekî pîrûpak û dijraberê gendeliyan pêşkêş dike, lê di eslê xwe de mînakeke ji siyaseta Nûrî el Malikî û Ebadî ye. Ku fersend bikeve destê wî, wê hêla wî ya şagirtiya Medresa Kum derkeve pêşberî me û bibe yek ji dijminên kurdan ê siyaseta Îran û nîjadperestiya ereban. Kurdan çawa ji siyaseta Sûne ya dîrokî ya Iraqê ders girtibe, divê ji siyaseta Şîe ya Iraqê, ku bi Nûrî El Malikî û Ebadî re derket ber me jî dersan bigire û hafizaya netewî bikar bîne.

Li Başûrê Kurdistanê bi gelemperî siyasetmedarên Kurdistanê ne serkeftî ne. Di pir waran de ev derket ber me. Gava referandûma serxwebûna Kurdistanê, di dîroka KurdistanÊ de hewleke pîroz û sereke bû. Miletê kurd û Kurdistaniyan bi îradeyeke pilebilind îradeya xwe beyan kir. Lê her bi hewlên xerab pêşiya siyaseta kurd a netewî girtin.

*Siyasetmedar û aktorên Başûrê Kurdistanê xwedî li vê îradeyê derneketin. Ji bona berjewendiyên partîzanî, malbatî û grûbî îradeya netewî kirin qurban.

*Li hember Iraq û dijminên kurd ên herêmî, helwesteke netewî dernexistin holê û bûn sebebê windakirina destkeftinên Pêşmergeyên qehreman û xwîna xwebexşên kurd. Di vî warî de hestên netewî şikenandin xwar.

*Pêşî li gendelî, siyaseta bi dijmin re têkildar û partîzanî nehat girtin û hesab ji berpirsiyarên xwefiroşiya 16.10.2017an nehat pirsîn.

*Her, per û baskên siyaseta netewî şikestî hiştin û muhtacî siyaseta Bexdayê kirin.

Dema ku em van helwestan yek bi yek tînin ber çavan, têkiliyên bi Iraqê re û yên ku bi siyaseta Benî Sedr re wê bimeşe hêviyê nade me.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin