Bankên Kurdî li Bexdayê bi teqînan rastî êrişê hatin

Bankên Kurdî li Bexdayê bi teqînan rastî êrişê hatin

.

A+A-

 Li gor çavkaniyên ewlekariyê, derengiya îşev du bankên Kurdî li Bexda ya paytexta Iraqê rastî teqîna bombeyan hatin.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz ragihand, teqînên îşev li Bexdayê du teqîn bûne û du bankên Kurdî li Bexdayê kirine armanc.

Li gor zanyariyên Rûdawê, teqîna yekem li taxa Kerrade û Banka Cîhan kiriye armanc û teqîna duyem li Qada Wasiq li cadeya Selman Fayiq Banka Kurdistanê kiriye armanc.

Fermandarê Operasyonên Bexdayê Orgeneral Ehmed Selîm ragihand ku  di êrîşên li herêma Kerrade ya Bexdayê de 2 kes birîndar bûne.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê têkildarî teqînên îşev ên li Bexdayê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, “teqîna yekem bombeyeke dengî li bermaber Banka Cîhan li nêzîkî Şanoya Niştimanî bû, û ya duyem jî Banka Kurdistanê li Meydana El Wasiq kire armanc.”

Di daxuyaniya xwe de Şaneya Ragihandina Emnî dibêje, “Hêzên ewlekariyê lêkolînê li ser du bûyerên hevdem li navçeya Kerrade ya Bexdayê dikin ku îro danê êvarê qewimîn.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin