Bajarên Bakurê Kurdistanê bi berfê xemilîn

Bajarên Bakurê Kurdistanê bi berfê xemilîn

.

A+A-

- Li bajarên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê, berf bariya û bajar spî bûn û li aliyekî bandora neyînî li ser welatiyan kir û li aliyekî jî dîmenên balkêş derxistin holê.

Li parêzgehên Qers, Erdexan, Çewlig û Erzerom ên Bakurê Kurdistanê berf bariya û li hin herêman 10 santîmetre derbas kir.

Li Qersê berfa berî du rojan destpê kir, berdewam e û bajar spî kiriye.

Li Erdexanê berfa duh destpê kir li navenda bajêr gihişte 12 santîmetreyan û bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Zarokên li bajêr bi barîna berfê kêfxweş bûn û bi hevalên xwe re di nav berfê de lîstin. Herwiha li bajêr trafîk jî bi zehmetî birêve diçe.

Navçeya Kanîreş a ser bi parêzgeha Çewligê jî bi berfê spî bû. Cade û kolanên bajêr bi barîna berfê ya ku li navçeyê nîvê şevê dest pê kir, spî bûn.

Tîmên şaredariyê ji bo di trafîkê de pirsgirêk dernekevin tedbîr weegirtin. Li navçeyê bilindbûna berfê li herêmên bilind gihîşt 10 santîmetreyan.

Li parêzgeha Erzeromê jî berfê duh destpê kir û vê sibê zêde bû. Navenda bajêr û herêmên bilind di bin berfê de man.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin