Babacan: Dewlet neçare ji bo zimanê dayikê çareyekê bibîne

Babacan: Dewlet neçare ji bo zimanê dayikê çareyekê bibîne

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li bajarê Çewligê yê bakurê Kurdistanê di kongreya partiya xwe de axivî.

Babacan bal kişand ser zimanê dayikê û got, di deshilatdariya wan de ew ê ji bo parastin, pêşxistin û bikaranîna zimanê dayikê her gaveke pêwîst bavêjin, lewra dewlet neçare çareyekê ji pediviyên zimanê dayikê re bibîne.

Babacan herwiha li ser mamosteyên Kurdî yên nayên tayînkirin jî bibîr xist ku ji bo zazakî tenê kontenjanek jî bo mamostetiyê nehatiye dayîn û got, li ser vê axê zazakî jî di nav de divê em destûrê nedin ti ziman û zaravayek ber windabûnê ve biçe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin