Babacan derbarê Bahçelî de bang li RTUKê kir

Babacan derbarê Bahçelî de bang li RTUKê kir

.

A+A-

Serokê Partiya DEVA bang li RTUKê kir ku “sînorê temenê 18” dane ser weşanên Devlet Bahçelî.

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan di kongreya partiya de li bajarê Çanakkaleyê gotarek pêşkêş kir û behsa dawîn pêşhatên siyasî kir.

Serokê Partiya DEVA di gotara xwe de amaje bi rola Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî kir di hikûmeta Tirkiyê de û got, “Xelkê serokomarek hilbijart, wî jî welat radestî serokê partiyekê kir ku ji sedî 10 deng wergirtiye.”

Alî Babacan dipirse “Gelo îradeya gel ew e ku serokekî partiyeke ku ji sedî 10 deng wergirtiye dewletê dîl bigire?” û dibêje, Bahçelî ku ew wek “hevbeşê biçûk” binav dike, çiqas siyasetmedar hebin qêr lê dike “ji opozisyon an partiya desthilat be, ti cudahiyek nîne.”

Alî Babacan derbarê gotar û axaftinên Devlet Bahçelî de jî bang li Komîteya Bilind a Radyo û Televîzyon a Tirkiyê (RTUK) kir û got, “Di serdema pandemiyê de zarokên me li malê ne. Xelet e weşanên ku edeb û exlaqê wan xerab bike bên belavkirin. Em naxwazin li malê guhdariya qêrên (wan) bikin. Bila sînorê temenê 18 li ser weşanên hevbeşê biçûk bê danîn.”

Herwiha Serokê Partiya DEVA rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girtin û got, “Vî welatî ji ber we bi qasî dinyayekê pirsgirêk hene.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin