Diyar Budak

Diyar Budak

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Azadbûna Başûr û Barzanî, Serdana Muzeya Enfal

A+A-

Cîyê rêwîtîya me ya duyem Muze ya Enfalê bû. Li wir bona bîranîna 100 hezaran keç, law, kal û pîrên Kurd ku hatîbûn enfalkirin abîde-bîrdarî- heykel hatîbû çikandin. Her netewek  ji bo ku dîroka wan bijî, ji bo rudanên girîng, çanda xwe bîr nebe û nivşê dahatû li ser vê bingeha mezin bibin, cîhên dîrokî ava bikin.

Lê Muzeya Enfalê hezar carî mixabin ku jan û êşa me ya salan, hovitîya dijminan kû çawa gelê me zindî bin axkirin dibînin. Dibê vê êşa em tu car bîrnekin, bo ku nivşên dahatû baştir biparêzin û xwîna wan cangoran li erdê nehêlin.

Rojekê gerokek li Başûrê Iraqê li çolê digere, nişkeva çavên wî li şitilek mazî dikeve. Va yeka bala gerok dikişîne. Li vê çola û va şînatîya û va şitila?

Gerok bi tilîyên xwe dora vê şînatîya vedide û dibîne ku, cil û bergên zarokekî û  laşêkî hişk.

Gava Kurd ji bo kuştinê birine beru berîka wî zaroka de maye û laşê zarokda şîn bûye. Bi vî avayî cîyê tevkuştina Barzanîyan tê dîtin.

Ji bo vê ye ku -sembola vê zulmê beruye… Trajedîya ku bi sedan pirtûk li ser têne nivisandin. Çi êşeke mezin e, belê divê em ji wê û gelek bûyerên din ders bigirin. Wê kîngê em bibin yek, yekitîya xwe pêk bînin û gelê xwe ji vê û wan zaliman rizgar bikin. Divê her kurd biçe û vê muzeyê bibîne û gulekê dayne. Li ser gora wan cangorîyan duake, ser ya dijminan jî beduakê bike. Heya îro ji bin xiz û axê tenê çend sed kes derxistin. Lê sedan, hezeran kes benda wê rojêne ku ew ji bin axa dijmin bêne derxistin û termên wan bispêrên axa pîroz ya Kurdistanê.

Belê mirov dikare rexne li sîyasetmedarê Hewlêrê bigire, çewtî an kêmasîyên wan mîna her mirovekî bîne ziman. Ji ber ku kes ne, ji me haşa ne Xuda ne jî nebîye.

Lê ew dijminahî ya ku PKK li dijî Başûr û Barzanî dike, têde dilopek welatparêzî tune. PKK alîkî piştrast dike ku tu nakokîya wan li hember al û dewleta tirkan tune ye. Lê alîyê din jî tu rûmetê ji al û dewleta federal a Kurdistanê nîşan nade.

Divê gelê Kurd wan rêvebirên PKK ê baş binasê. Parastina hukumeta herêma Kurdistanê erkek netewî ye. Divê em dijminahîya wan nekin. Dostanî û alîkarî ji me tê xwestin. Rexneyên erênî û çê li wan bikin, pêwendîyên xwe xurt bikin, ”mîna du biran.” Ew – erdnîgarîya ku Kurd lê dijîn, dibînim ku şer û pevçûn mezintirîn zerar û zîyan gîhandî gelê Kurd. Divê em giranîya xwe bidin parastin û xurtkirina Dewleta Federal a Kurdistanê. Divê her kurdekî serxwebûnê dixwaze, wî j xwe re bike karekî pîroz.

Birêz Barzanî dive,”me şerê birakujîyê heram kir“ ew gotina Kek Mesud di destpêk û dawîya wê pirtûka ku pê bawerdikin bê nivisîn.

Hevalno, werin ser hişê xwe! Divê hinek vicdan û merhamet hebe. Va dijminahîya ku serkirdeyên PKK ê hember Başûr dikin nay te qebul kirin û zerarêke mezin dide gelê me yê her çar parçan. Ew ji bo ku vê rewşa xwe ya lawaz û ne serkevtî vêşêrin dijminahîya Başûr dikin. Êrîşên navxweyî dikarin êrîşên dijmin tehluketir bibin. Rê li ber Enfalan vekin.

Ew kesên ku sibê û êvarê hukumeta Başûr cinêw didin, dibe ew baş bizanin ku, dema ku li wan teng hat ew jî xwe bavêjin bin perê hukumata Kurd endam û hevalbendên HDP jî di navde.

Yên ku qiseyên nexweş û heqeret dikin û dibêjin”Başûr axatî ye û eşayîrîye dibe, ew carek biçin vê axa pîroz zîyaret bikin û cîhde bibînin. Ewlehî û aramîya welat, paqişîya çarşi û bazaran, ciwanîya park û baxçeyên şîncîyên dîrokî û kevnare. Rastî û drustîya gel, pêşwazîya wan bi mîvanan re, hevayê zelal û paqiş her kurdekî xwe bê welat dibîne wek hemwelatîke rumet (fahrî) biçe serdana Başûr bike û serkevtin û pêşkevtên welat di cîde bibîne. Bi wan hestên xweş me ji herêmaBarzan xwetir xwest û em vegerîn Hewlerê.

Beyanî, me taştê dixwar. Li ba me çend hevalên jin jî hebûn, ew ji Swêd hatîbûn. Xuyabû wî xortî yek ji wan xaniman dinasî, ew hevalên kevin bûn. Xortekî çeleng nêzî me bû silav li me kir, ew xort jî li ba me runişt û peşdarî sohbeta me bû.  Bi germayîya peyvan vegerî û qise hatîbû ser Kek Mesud û şerê dijî DAÎŞê. Xortê nu hatî got; min sê birayên xwe di şer de şehîd dan. Dayîka min serok Barzanî sucdar dikir û ew di şehîdbûna kurê xwe de berpirsîyar didît. Wê her roj şîn û giryan dikir û bi çavên girî digot; heger ”ez rojekê Kek Mesud bibînim destên xwe bikim pêsîra wî û jê bipirsim.” Lê zêde neçû ji bargeha Kek Mesud ji me re ezimandinek hat û dixwest me bibîne. Dê û bavê min û ez amade bûn çûn serdana birêz Mesud Barzanî. Ez li ba dîya xwe runiştim. Tirsa min ew bu ku dîya min tiştekî nexweş bike, an jî bibêje. Demi ku kekê Mesud ji derva ket hundur ez û bavê xwe rabûn ser pê, lê dîya min ji cîyê xwe ranebû. Mesud Barzanî li dîya min vegerî û got; xuyaye dayîka şehîdan cenabetane, “heger destur hebe ezê lingê we maç bikim.” Dayîka min şerm kir û got “estaxfullah.” Rondik ji çavên dayîka min dihatin jêr. Kek Mesud jî kelegirî bi bû. Piştî hevdîtinê me xwetir xwast ku ji odê derkevin, dayîka min nişkeva vegerî û got:” birêz Barzanî va kurê min hîn nebûye 18 salî ew nîv mêre. Heger tu bixwazî ez amademe ku wî jî bikim pêşmerge. Bila kurê min yên şehîd bûne li erdê nemîne.” Ew gotinê dîya min ez çendîn serbilind û dilxweş kirîbûm.  Wê rojê şerê DAîŞÊ de pêşmerge şehîd dabûn. Xemgînîyek giran di ser me de hebû. Ew rojên ku me li Kurdistanê derbazkir çi zu tewa bibûn. Em çûn nexweşxanê tasta Corona-19 (PCR) da ku bikarin vegerin Îngîlzstanê.

Ez li vir spasîya wan birêzan dikim ku tu kêmasî ji alîyê xwe de nekirin. Gelek spas ji bo serkirdeyên dîaspora, spas ji bo mêvandarî, rûgermî û rûkenîya wan tevan.Hevalên Baran, Faruk, Velî, Zana, Îsmet, Serpîl, Arî û gelek hevalên din ku min navên wan nenivisî, spas ji bo we hemûyan.

Ey Kurdistan

Jîyan bi te xweşe!

10 Şubat 2022

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin