Aynûr Dogan wê beşdarî Festîvala Jazzê ya Londonê bibe

Aynûr Dogan wê beşdarî Festîvala Jazzê ya Londonê bibe

.

A+A-

Stranbêj Aynûr Dogan wê beşdarî Festîvala Jazzê ya Londonê ya bi navê EFGyê bibe.

Aynûr Dogana ku çend roj berê li Fûara Muzîkê ya Cîhanî (WOMEX) de weke hunermenda sala 2021an hate hilbijartin, wê beşdarî Festîvala Jazzê ya Londonê a bi navê EFGyê bibe.

Dogan wê 14ê Çiriya Paşiyê, roja yekşemê li salona mezin a konserê ya Barbican Centreyê derkeve ser dikê.

Konsera Aynûr Doganê wê li gorî saeta Londonê di 19.30 deqîqeyan de destpê bike. Hunermend Melîsa Yildirima ku li kemançeyê dide wê tevlî Doganê derkeve ser dikê. Dogan wê di dema konsera xwe de stranên xwe yên albûma Hêdûr û yên din bistirê.

Dogan beriya niha li Queen Elizabeth Hallê konserek li dar xistibû ku li cîhanê yek ji salonên herî navdar e. 

Rayedarên Festîvalê diyar kiriye ku wê bîlêtên konserê li ber deriyê salonê neyên firotin û kesên bixwazin biçin konserê wê bikaribin li ser malpera www.barbican.org.uk-ê bikirin.

Derbarê Festîvalê de

Festîvala Jazzê ya Londonê wê di navbera 12 û 21ê Çiriya Paşiyê de bi navê "Em Jazz in" pêk were. Dave Holland-John Scofield, Omar Sosa-Seckou Keita, Robocobra-Archipelago, Archie Shepp-Jason Moran û Marcel Khalife çend navên wê di festîvalê de derkevin ser dikê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin