Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir

Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir

Awusturya (Nemsa) çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ berfireh kir, û bi vê yekê desteşana Gurê Boz jî ku MHPyî bikar tînin li wî welatî hate qedexekirin. Qedexeya wan hêmayan îro destpê dike.

A+A-

Li Awusturyayê, çarçoveya ‘Yasaya Nîşaneyan’ a ku di çarçoveya ‘tekoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de gellek desteşan û sembolên kom û grûpên cuda qedexe dikir, hate berfirehkirin.

 

Li gor sererastkirina nû ya vê yasayê, kesên ku desteşana gurê boz bikin, dê bi 4 hezar Euroyî bêne cezakirin û eger vê desteşanê dûbare bikin, dê bi 10 hezar Euro yan jî 6 hefte zindanê bêne cezakirin.

 

Awustralyayê di 2015an de, bi mebesta pêşîlêgirtina propagandaya DAIŞ û El Qaîdeyê, ‘Yasaya Nîşaneyan’ di çarçoveya ‘tekoşîna li dijî tûnd û tûjî û îslama polîtîk’ de pesend kiribû.

 

Piştî ku çarçoveya vê yasayê hate berfrehkirin, gellek sembol û desteşanên din jî ketin nav yên qedexekirî.

 

Bi berfirehkirina çarçoveya vê yasayê re, li Awusturyayê, li gel DAIŞ û El Qaîdeyê, sembolên Îxwan Muslumîn, Hemas, baskê leşkerî yê Hîzbûllaha Lubnanê, PKK, USTAŞA’ya nijadperestên Kirwat û hin grûpên din jî hatin qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin