Avayiyekî kurdan li Stenbolê: Medya Kitabevî

Avayiyekî kurdan li Stenbolê: Medya Kitabevî

Ew û mekanê xwe ve ji bo me kurdan rûspîtîyek e li Stenbolê. Bi ya min pir tişt hene ku em ji Kek Selahedîn hîn bibin û jixwe re wek nimûne bigirin.

A+A-

Şemsettin Işıklı

Medya Kitabevî li Stenbolê, li Teqsîmê, li Cadeya Istiqlalê navê dikanekê ye ku pirtûkên li ser kurd û Kurdistanê difiroşe. Di wê dikanê de du çeşîd pirtûk hene: 1- Pirtûk bi zimanê kurdî ne. Hema hema çi bi destê wan bikeve cehd didin ku li wir peyda bibe. Bi piranî jî peyda dibin. 2- Pirtûk bi zimanê tirkî ne lê babeta wan kurd û Kurdistan e. Yanê bi piranî, gava yek li pirtûkeke bi zimanê kurdî an li pirtûkeke li ser kurd û Kurdistanê bigere, navnîşana pêşîn ew der tê hişê mirovan.

Lê di rastiyê de, taybetiyên Medya Kitabevîyê ne ev tenê ne. Hin erkên pir giring jî bi cî tîne ku şeklê saziyeke kurdewar, neteweyî û entelektuelî pê dixe. Li Stenbolê pir saziyên kurdan hene lê yek ji wan jî fonksiyona ku ev mekan bi cî tîne nikarin bi cî bînin.

Cihekî wisa ye hema rêya kê pê bikeve serî li vê mekanê dide. Ji bo peydakirina pirtûkekê, ji bo hînbûna ka pirtûkên nû hene an na, ji bo hevdîtina hin hevalên xwe an randevûyekê, ji bo ka warekî kurdan bibîne ku hinek bêhna xwe derxe û bi taybet jî serekî li xwediyê wê derê Selahedin Bulut bide.

Axir armanc her çi dibe bila bibe di hişê her kesekî de heye ku ew der maleke kurdan e, cihekî şirîn e û bê minet e, germayiyeke camêrane li wir heye û li Stenbola kambax warekî bêhnvekirinê ye. Û ya giring jî her kes li wir xwe rehet hîs dike û ev rehetî ne ya bikirekî ye, ya kurdewariyekê ye. Û ev mekan bûye wek sîwanekê ku hema tu dikarî ji hemû rengan, kurd li wir bibînî. Û tu dikarî li wir ji hemû miletên din jî insan bibînî ku têkiliyên wan bi awayekî bi kurdan re hene.

Û îcar ji bo biçûkên kurdan jî û ji bo nivîskarên kurd jî çalakî li dar dixe.

Bê guman yê ku ev atmosfera germ, insanî û kurdewarî saz kiriye Selahedîn Bulut e. Kek Selahedîn kurdekî bibawer, camêr, zana, kubar û nefisbiçûk e. Bi kubarî û bi awayekî samîmî pêşwaziya her kesî dike, ji her kesî re nêzikayî nîşan dide. Li herkesî guhdarî dike û qîmet dide gotina her kesî. Mazûvanekî bêemsal e, qedr û qîmeta xwe jî û ya her kesî jî dizane.

Ku ji min bipirsin ka rewşenbîreke/î nîşanî me bide, teqez ez ê navê Kek Selahedîn bidim. Loma hem ji bo bilindkirina şîûra milî û hem jî ji bo bikaranîna zimanê milî, têkoşerekî pir jîr e. Ez pir ji terza wî ya nivîskariyê jî hez dikim, terzeke wî ya xweser heye.

Bi ya min ew li Stenbolê wek karekî dîlomasiyê jî dike, ne ku bi plan an peywir, jixweber. Loma terza wî ya tevger û axivînê, ew terz e. Li ser gotina xwe ye, tewîz nade lê dilê tu kesî jî nahêle, kesî naêşîne.

Ew û mekanê xwe ve ji bo me kurdan rûspîtîyek e li Stenbolê. Bi ya min pir tişt hene ku em ji Kek Selahedîn hîn bibin û jixwe re wek nimûne bigirin.

Ku di destê min de îmkanek hebûya min dê malek ava bikiriya û teslîmî Kek Selahedîn bikiraya da ku hemû kurdên Stenbolê xwe pê bigirtana û kurdewariya xwe bijiyana. Bi hêvî me ku kurdên xwedî îmkan yên li Stenbolê hay ji vê pêşniyara min bimînin.

Bila tu her bijî, Kek Selahedîn. Em bi te şanaz in û xizmeta te ya ji bo neteweyê me teqdîr dikin.

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin