Artêşa Tirkîyê li Agirî û Idirê dest bi operasyonekî nû kir

Artêşa Tirkîyê li Agirî û Idirê dest bi operasyonekî nû kir

.

A+A-

Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li sînorê parêzgehên Agirî û Idirê operasyoneke nû bi navê “Eren Zivistan-9” destpê kir.

Li gor daxuyaniya ku îro Çarşembê 1ê Kanûna 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, li parêzgehên Agirî û Idirê yên Bakurê Kurdistanê vê sibê operasyona bi navê “Eren Zivistan-9” bi beşdarbûna 910 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” bi hinceta gerîllayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Operasyona “Eren Zivistan-2 Amanos” roja Pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê li devera Amanosa sînorê parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bi beşdarbûna 718 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme ya Edenê, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir, ku ji 62 tîmên cuda pêk dihat.

Operasyona “Eren Zivistan-3” roja Duşembê 15ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgehên Amed û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna 2 hezar û 103 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû.

Operasyona “Eren Zivistan-4” roja 16ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna 1240 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiribû ku ji 80ê tîman pêk dihat.

Operasyona “Eren Zivistan-5” roja Pêncşemê 18ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Sêrtê bi beşdarbûna 700 çekdarên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 53 tîmên cuda pêk dihatin.

Operasyona “Eren Zivistan-6” roja Înê 19ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Colemêrgê bi beşdarbûna yek hezar û 60 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ew jî 53 tîmên cuda bûn.

Operasyona "Eren Zivistan-7" roja Duşembê 22ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Bedlîsê bi beşdarbûna 680 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ew jî 38 tîmên cuda bûn.

Operasyona "Eren Zivistan-8 (Omeryan)" roja Pêncşembê 25ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgeha Mêrdînê bi beşdarbûna 670 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ew jî 56 tîmên cuda bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin