Artêşa Sûriyê li derdora Xan Şêxûnê pêş dikeve

Artêşa Sûriyê li derdora Xan Şêxûnê pêş dikeve

Artêşa Sûriyê, rêya navdewletî ya navbera bajarokê Xan Şêxûnê û Helebê qut kir. Opozisyona Sûriyê jî daxwaz dike ku hemû çekdarên wê li hemû eniyan dest bi şerê artêşa Sûriyê bikin. Herwiha artêşa Sûriyê, girê Nimir li bakurê Xan Şêxûnê jî kontrol kir.

A+A-

Artêşa Sûriyê, rêya navdewletî ya navbera bajarokê Xan Şêxûnê û Helebê qut kir. Opozisyona Sûriyê jî daxwaz dike ku hemû çekdarên wê li hemû eniyan dest bi şerê artêşa Sûriyê bikin. Herwiha artêşa Sûriyê, girê Nimir li bakurê Xan Şêxûnê jî kontrol kir.

 

Hêzên hikûmeta Sûriyê gihîştine derdora bajarokê Xan Şêxûnê li başûrê Idlibê û şer û pevçûnên herî dijwar li herdu mihwerên rojava û bakurê rojavayê wî bajarokî berdewam in.

 

Balafirên şer ên hikûmeta Sûriyê pêgehên grûpên çekdar li Xan Şêxûn, Rekaya, Kefersicne û Şêx Mistefa bi tundî bombebaran kirine.

 

Li gor çavkaniyeke serbazî ji artêşa Sûriyê li mihwerê rojavayê Xan Şêxûn, hêzên hikûmeta Sûriyê hêlên gihandina alîkariyên serbazî li ser grûpên çekdar qut kirine û ew ji derbasbûna nav bajarokê Xan Şêxûnê nêzîk bûne.

 

Li gor çavkaniyên ser bi hikûmeta Sûriyê, hêzên Sûriyê tenê 500 metreyan ji dusayidê bakurê Xan Şêxûn dûr in û rêyên alîkariyê li ser grûpên çekdar hatine girtin.

 

Heman çavkanî tekez dikin ku, hêzên hikûmeta Sûriyê rêbenda sereka ya grûpên çekdar li rojavayê bajarokê navborî ku bi rêbenda el-Feqîr tê naskirin kontrol kiriye.

 

Ebû Xalid el-Şamî berdevkê ofîsa ragihandina Desteya Tehrîr el-Şam ji malpereke ser bi opozisyona Sûriyê re ragihandiye ku çekdarên odeya operasyonên el-Fetih el-Mûbîn hewl didin wê rêbendê ji nû ve kontrol bikin û rêgiriyê li pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê ber bi bajarok ve bikin.

 

Odeya operasyonên el-Fetih el-Mûbîn, her sê Desteya Tehrîr el-Şam, Ceyiş el-Ize û Eniya Niştimanî bo rizgarkirinê ku ser bi artêşa Azad ve ye li xwe digire.

Li gor amarên çavkaniyên xwecihî, ji roja 30 nîsanê ve ku êrîşa hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê li ser bakurê Hema û başûrê Idlibê dest pêkiriye, 862 sivî, 1370 çekdarên grûpên opozisyonê û 1200 serbazên hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin