Artêşa Iraqê Kampa Mexmûrê dorpêç kir

Artêşa Iraqê Kampa Mexmûrê dorpêç kir

.

A+A-

Heyetekî ji hukumeta Iraqê ku ji wezareta bergiriyê û wezareta karên navxwe pêkdihat, bi alavên zirxî, tîmên taybet û polîsan ve vê sibê kampa Mexmûrê dorpêç kir û bi rêvebiriya kampê re hevdîtin kir. Rûniştvanên kampê jî li hemberê heyetê çalakiyan kirin. Heyet 3 seet wext da rêvebiriya kampê û 4 şertan danî ber rêvebiriya kampê da bicîh were. Cîgirê rêvebirê YNK yê Qereçoxê Reşad Gelali ji bo Rûdawê ragihandiye ku kampê xistine dorpêçê û weha gotiye:

“Heyeta Iraqê 4 şertan danî ber rêvebiriya kampê: 1.Wê dora kampê bi têlan bê dorpêçkirin û asayîşa kampê wê ji aliyê ratêşê û polîsan de bê temînkrin. 2. Çûnûhatina nav kampê wê tenê di yek rêyekîde be. 3. Wê rê bi baryerên beton bên girtin. 4. Wê polîsên cîh dagere kampê. Hevdîtina terefan qediyaye û divê rêvebiriya kampê di 3 seetan de bersiva heyeta Iraqê bide.”

Di wexta xwepêşandanan de ji rêvebiriya kampê Filiz Budak weha ragihandiye:

“Dixwazin mafê jiyanê û îrada me ji ortê rakin. 30 sale me îreada xwe teslîmê kesî nekiriye û em ê nekin. Hukumeta Iraqê pirsgirêkên me çareser nake û me naparêze. Em qebûl nakin ku li dora kampê barûyan deynin. Em ê teslîmê hukumeta Iraqê nebin.”

Di sala 1998an de ew kesên ku ji ber dewleta Tirkiyê ji ser sînorên bakûrê Kurdistanê koç kiribûn başûrê Kurdistanê, piraniya wan xelkê Şirnex, Hekkarî ne û di heman salê de NY ji wan re kampa Mexmûrê ava kiribû û niha di kampê de 10 hezar kes dijîn.Kamp berê din av sînorê rejîma Saddam Huseyîn de bû û niha di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistanê de ye û dikeve nav sînorê rêvebiriya Bexdayê ya niha.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin