Antony Blinken gefê li Îranê dixwe

Antony Blinken gefê li Îranê dixwe

.

A+A-

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gefê li Îranê dixwe û diyar dike: “Em ligel Îsraîl, Brîtanya, Romanya û welatên hevpeymanên me di pêwendiya berdewam de ne li herêmê û em dixwazin bersiva karên xirab ên Tehranê bidin.” 

Antony Blinken tekez dike ku belge di destê wan de hene ku îsbat dike; Îran li paş êrîşa ser keştiya Îsraîlê ye, ku di wê êrîşê de du kesên ji karmendên keştiyê jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan Brîtanî û yê din jî Romanî ye.

Blinken diyar dike: “Êrîşkirina ser keştiyeke bazirganî ti hincetek li xwe nagire, ku di geşteke bazirganî de bûye di ava navdewletî de. Kiryarên Îranê gefeke rasterast in bo ser azadiya liv û tevgera bazirganiya navdewletî, ku bûye sedema mirina du kesên ji stafa keştiyê.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere dike: “Bêguman dê bersiva me bo Îranê hebe.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin