Amerîka leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike

Amerîka leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike

Bi mebesta çavdêriya Navçeya Aram û sînorê Tirkiyê yê bi Rojavayê Kurdistanê re, Amerîka 150 serbazên din dişîne Rojavayê Kurdistanê.

A+A-

Bi mebesta çavdêriya Navçeya Aram û sînorê Tirkiyê yê bi Rojavayê Kurdistanê re, Amerîka 150 serbazên din dişîne Rojavayê Kurdistanê.

 

Rojnameya The New York Times a Amerîkayê, di raporteke xwe de li ser zimanê berpirsekî serbazî yê wî welatî ragihandiye, Wezareta Berevaniya Amerîkayê, amadekariya şandina 150 serbazên din ji bo Rojavayê Kurdistanê dike.

 

Di raportê de hatiye gotin, ku biryar e ew hêza nû di demeke nêzîk de bigihe nav axa Rojavayê Kurdistanê û Navçeya Aram.

 

Bi gotina wî berpirsê serbazî ku navê wî nehatiye eşkerekirin, Amerîka dê bi wan 150 serbazan, beşdarî proseya çavdêriya Navçeya Aram bibe.

 

Li gor heman çavkaniyê, rayedarên Amerîkayê di wan heftiyên dawî de û piştî ku Amerîkayê bi Tirkiyê re li ser navçeya aram li hev kir, biryar dane ku hêzeke zêdetir bişînin Rojavayê Kurdistanê.

 

Wê rojnameya amerîkî daye zanîn, ku biryara şandina wan 150 serbazan bi fermî nehatiye aşkerekirin.

 

Li gor heman çavkaniyê, erkê wê hêza nû ew e ku bi hêzên Tirkiyê re çavdêriya navçeya aram bikin û  bi hêzên Tirkiyê re li deverên diyarkirî, dewriyeyên hevbeş encam bidin.

 

Roja 8ê Îlonê bo yekemîn car, hêzên Amerîka û Tirkiyê bi hev re di nava axa Rojavayê Kurdistanê de dewriyeya hevbeş lidar xistin. Di wê dewriyeya hevbeş de ku bi dirêjiya 88 kîlometeran bû û ji Girê Spî heta Serê Kaniyê berdewam bû, 4 wezayiyên zirhî yên Tirkiyê tevî 6 wesayitên zirhî yên Amerîkayê beşdar bûn.

 

Di raporta wê rojnameya Amerîkî de hatiye gotin, ku Amerîka bi şandina wan serbazan û herwiha bi rêkeftina navçeya aram, hewl dide, hêzên Kurdî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, ji gef û êrîşên Tirkiyê biparêze.

 

Amerîka û Tirkiyê di 7ê Tebaxî de piştî çendîn hevdîtinan, li ser damezrandina navçeya aram li nav axa Rojavayê Kurdistanê û Navenda Operasyonên Hevbeş li hev kiribûn.

 

Amerîka ji sala 2014an ve û dema ku DAIŞê bajarê Kobanî dorpêç kiribû, têkilî bi hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re kir û piştre bi avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de, alîkariyên xwe bo wan hêzan berdewam kir û bû hevpeymanê wan.

 

Piştî xurtbûna têkiliyên Amerîka û YPG û HSDê, Amerîka hejmarek leşkerên xwe şandin Rojavayê Kurdistanê. Hejmara wan hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê di navbera 2000 heta 2500 serbazan bû, ku piştre bi biryara Serokê Amerîkayê, Donald Trump, hejmara wan hat kêmkirin û niha li gor zanyariyan, hejmara wan hêzan daketiye bo 1000 serbazan.

 

Berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê dibêjin, hejmara niha ya hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê kêm e û têra wê yekê nake, ku bikarin çavdêriya sînoran û navçeya aram bikin.

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin