'Amazona Kurd' Perîzade: Berî her tiştî em hewceyî Kurdbûna xwe ne

'Amazona Kurd' Perîzade: Berî her tiştî em hewceyî Kurdbûna xwe ne

.

A+A-

 Hunermenda Kurd, Semyanî Perîzade ku bi navê “Jina Kurd a Amazonê” tê naskirin, diyar kir ku hunermendên Kurd tenê bi hunera xwe nikarin debara xwe bikin. Perîzade destnîşan kir ku ew dixwaze dengê xwe bigihîne her cihekê ku Kurd lê dijîn û bibe rûmeta gelê xwe. Perîzade tekezî li ser nasnameya Kurdbûna xwe kir û diyar kir, ku ew tim xwe Kurd û Kurdistanî dibîne û divê Kurd vê nasnameya xwe biparêzin.

Semyanî Perîzade îro Yekşembê 2ê Çileya 2022an beşdarî bultena taybet a Rûdaw TV ya li studyoya Stenbolê bû ku ji aliyê Hêvîdar Zana ve hat pêşkêşkirin, û behsa zehmetiyên hunermendên Kurd, armancên xwe û sedemên hilbijartina Stenbolê bo jiyan û karê xwe yê hunerî kir.

Perîzade, ragihand ku ew xwe weke “hunermendeke Kurd a li Stenbolê dijî” dibîne û wiha got: “Li Stenbolê Kurd ji mêj ve hene. Kurdên li vir dijîn di xebatên xwe yên çandî û hunerî de pir pêş ketine. Li vir rastî dikare rêyên cuda ji hunermendan re veke. Lê zehmetî jî hene. Em dixwazin hunereke nûjen pêk bînin, lê ne rewşa aborî rê dide û ne jî em dikarin cihekî ku hunera xwe nîşan bidin bibînin.”

Hunermend bi gotina, “Beriya pandemiyê em Kurd jixwe mecbûrî platformên dîjîtal bûn, lê pandemiyê ev yek bêtir nîşanî me da.” Hunermend Semyanî Perîzade diyar kir ku Kurd li erdnîgariyên cuda yên cîhanê dijîn û ji ber îmkana wan nîne ku bêne cem hev, hunermend neçarin ku dengê xwe di rêya platformên dîjîtal re bigihînin.”

Perîzade, anî ziman ku dema xwestine weke hunermendekî kurd rêxistineke mezin saz bikin rastî pirsgirêkên cuda hatine û wiha got: “Heger nasnameya we ya Kurdî li pêş nebe pirsgirêk nabe. Jixwe di meclîsên xwe de vê yekê dibêjin. Dibêjin li malê bi zimanê xwe biaxivin, lê ne li derve."

Perîzade got, “Ez bi tenê bi hunerê nikarim debara xwe bikim. Ez diçim derve û di karên din de dixebitim, ez têm û bi pereyê ku distînim karê xwe yê hunerî fînanse dikim. Hemû hunermendên Kurd tenê weke hunermend nikarin debara xwe bikin.”

Çima “Amazona Kurd?”

Hunermend Semiyanî Perîzade behsa wê yekê jî kir ku çima wek “Jina Kurd a Amazonê” xwe daye naskirin û got:

"Ez bi xwe ji vî navî hez dikim. Çima? Ji ber ku jinên me bi rastî jî bihêz, wêrek, rêzdar in. Heta îro jî dengê xwe li pêş civakê girtine û rê li ber windakirina ziman û çanda xwe girtine. Dayikên me kirin. Heger zimanê me winda nebûbe bi saya wan e. Ez jî dayik im. Ji ber vê yekê jin ji min re weke kesayetên xurt û têkoşer xuya dikin. Di civaka me de hîna jî jinên pir xurt hene. Îro em hevdu bi rêya înternetê nas dikin. Mînak Leyla Kazim li Başûrê Kurdistanê ji bo min amazonek e. Fatê Reş jî li Bakur jî wisa ye. Leyla Bedirxan çû û li her derê Ewropayê navê Kurdan ji cîhanê re ragihand. Ji wî re digotin Ereb, Fars, lê wê digot ez Kurd im.”

Perîzade anî ziman ku ji ber helwesta xwe ya cuda rexne li wê hatiye girtin, lê ji ber ku ji vê civakê hatiye wateyek daye rexneyan û li ser pirsa çima Kurdî û muzîka Kurdî hilbijartiye, wiha got: “Ez dixwazim zimanê min bibe rûmeta gelê min. Em bixwazin nexwazin zarokên me îro diçin û li hunermendên biyanî guhdarî dikin. Ji bo vê yekê jî divê em modelên ku îro pê xweş in biafirînin da ku ciwanên me xwe tenê hîs nekin. Ji ber ku ez ne tenê Kurd im. Ez di heman demê de jin im, LGBT me. Ez xwedî van nasnameyanim jî. Lê beriya her tiştî ez Kurd im, ji ber ku herî zêde pêwîstiya me bi vê heye”.

Çima Stenbol?

Semyanî Perîzade diyar jî kir ku çima wê Stenbol tercîh kiriye û got: “Stenbol bajarekî bêhempa ye, bajarekî pir xweş e. Kurd li Tirkiyeyê tenê li Stenbolê dikarin bi azadî bijîn. Mixabin li bajarên Kurdan jî nikarin vê bi azadî bijîn. Lê ez dixwazim li her derê ku Kurd lê hene berhemên min bên bihîstin û dîtin. Ez dixwazim biçim Diyarbekir (Amed), Hewlêr û Wanê.”

Hunermenda Kurd Perîzade tekez kir ku weke hunermendeke Kurd bi helwestên “nîjadperestî” re rû bi rû maye û got: “Belê, ez li gelek cihan rastî nêzîkatiyên nijadperestî hatim. Nîjadperest li her derê ne. Ji ber ku ez kesekim ku hunera Kurdî bi şêweyekî din çêdike, ji wan re xerîb tê. Dema ez bêjim ez ji Kurdistanê me jî wisa ye.”

Semyanî Perîzade kê ye?

Semyanî Perîzade sala 1981ê di malbateke Kurd de ku 11 zarokên wan hebûn, wek zaroka herî biçûk hatiye dinê. Semyanî Perîzade ku bi xwe dibêje "Ez li Bakur hatime dinê" di salên 1992-93'an de ji ber koçkirina bi darê zorê ya ji herêma ku malbata wê lê dijiyan, li Mêrsînê bi cih bû. Perîzade ku ji ber şert û mercên serdemê û koçberiya malbatê nekarî xwendina xwe bidomîne, lîse ji perwerdeya vekirî qedand.

Demekê li Mersînê di Koma Şanoya Hunerê ya Merhaba de lîstikvanî kir. Li cem yek ji damezrîner û şefên Mersîn, Opera û Baleyê Yaşar Eskîn perwerdeya lîstikvaniyê wergirt. Di sala 2009'an de bi xeyala ku xwe bigihîne asta herî pêş, çû Stenbolê û li Weqfa Operaya Semîha Berksoy ji Zelîha Berksoy perwerdehiya lîstikvaniyê wergirt û li cem Carmen Yeşiltepe jî perwerdeya stranbêjiyê dît.

Perîzade ya ku perwerdeya lîstikvaniyê bi serkeftî qedand, piştî ku demeke dirêj ji perwerdehiya dengbêjiyê navber girt, bi Carmen Yeşîltepe re perwerdeya stranbêjiyê didomîne.

Perizade, ku mamosteya yogayê ye, di heman demê de perwerdehiya Rêbertiya Drama Afirîner wergirt. Beşa Civaknasî û Sînema TVyê qezenc kir û piştî demekê ji ber şert û mercan dev ji xwendina xwe berda.

Wê gelek projeyên televîzyonê çê kirin. Wê herwiha afirîneriya projeyê, edîtorî, pêşkêşvanî, koordînatorî an hilberîneriya hin ji wan projeyan jî girt ser milê xwe.

Di kurtefîlma "Peşk" a ku derhêneriya wê Volkan Uludag û Perizade dike de rola sereke lîst. Di sala 2020an de bi fîlma “Peşk” ji ber nexweşiya pandemiyê beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya online bû.

Niha bi zimanê xwe yê zikmakî stranên avangardê çêdike.

Wê hunermenda Kurd, duyemîn berhema xwe ya tak (Single) ya bi navê "ALO" bi zimanê Kurdî di 21ê Kanûna 2021an de wek klîp belav kir.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin