Almanya, Polonya û Swêdê Dîplomatên Rûsî Dersînor Kirin

Almanya, Polonya û Swêdê Dîplomatên Rûsî Dersînor Kirin

.

A+A-

Almanya, Polonya û Swêdê îro Duşemê her yekê dîplomatek Rûsî li welatê xwe 'Kesê Nayê xwestîn' (persona non grata) dîyar kirin.

Ev ragihandina 3 welatan wek bersîva hemberî biryara hefteya borî ya Moskowê ya derkirina dîplomatan ji sê welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) tê nirxandin.

Rûsyayê dîplomatên ji Swêd, Polonya û Almanya bi beşdarîya xwepêşandanên bo piştgirîya rêberê opozîsyonê yê girtî Aleksî Navalny tawanbar kiribû.

Navalny, rexnegirê sîyasî yê herî navdar yê serokê Rûsya Vladimir Putin e.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde li ser Twitter ragihand ku wan balyozê Rûsya agahdar kirîye ku ev kesê ji balyozxaneya Rûsya tê xwestin ku Swêdê terk bike.

"Ev dijî biryara nayê qabûlkirin ya derkirina dîplomatek Swêdî ku tenê karê xwe dikir, bersîveke zelal e, " Linde got.

Wezareta derve ya Almanya got ku biryara Rûsya ya derkirina diplomatên Ewrupî bi ti awayî ne mafdar bû.

Wezeratê balkişand ku dîplomatê balyozxane ya Almanya di çerçoveya mafên xwe yên li gor Peymana Vîyana ya Peywendîyên Dîplomatîk de tevdigerîya û xwe ser bûyerên li qadê agahdar dikir.

Wezaretê bi berdewamî ragihandin ku bi koordînasyoneke nêzik ya bi Swêd û Xizmetên dîplomatîk yê Yekîtîya Ewrupî re hatîye girtin.

Hevdem, Wezareta Derve ya Polonyayê jî ser Twitterê got ku wan li gor prensîba beramberîyê dîplomatê li Konsulxaneya Gîştî ya li Poznan dixebite wek 'Kesê Nayê xwestîn' dîyar kirîye.

Ji alîye din, parlamenterên Yekîtîya Ewrupa (YE) bi daxuyanîyeke ji tevahîya Dewletên ku endamên YE xwestin ku bi Almanya, Polonya û Swêdê re piştvanîya herî zêde nîşan bidin û hemî gavên guncan bavêjin ku hevgirtin û hêza Yekîtîya wan nîşan bidin.

Parlamenteran jibo stratejîyeke nû ya bo têkiliyên YE bi Rûsya re bang kirin.

Navenda vê stratejîyê piştgirîya civaka sivîl e, teşwiqa nirxên demokratîk, serwerjîya qanûnê, azadjîyên bingehîn e û her wiha pêşxistina mafên mirovan e.

Biryara Moskowê ya roja Înîya borî bo welatên Ewrupî wek gavek giran bû.

Biryar dema ku berpî rsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re hevdîtin dikir, hatibû ragihandin.

Dîplomatê sereke yê YE Borrell got ku ew ji biryara derkirina dîplomatan li ser medya civakî agahdar bûye.

Almanya ya welatê sereke ya YE bi sedema hebûna berjewendîyên aborî yên xurt yên li Rûsya, bi taybet jî jiber projeya xeta enerjîyê ya bi navê NordStream 2 naxwaze jibo ragihandina toleyên dijî Rûsyayê gavên bilêz bavêje.

Hin welatên din jî piştgîriya helwesta Almanya dikin.

Çend welatên nêzî, lê piçûk yên endamên YE yên wek Lîtwanya bo demûdest ragihandina toleyên hemberî Rûsyayê bang dikin.

Lê, Borrell roja Înîyê got ku ti welatekî bo ragihandina toleyan ser kesayetîyan yan rêxistinan daxwazeke fermî pêşnîyar nekirîye.

Çavkanî: VOA Kurdî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin