Aliyên siyasî biryarê derbarê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de didin

Aliyên siyasî biryarê derbarê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de didin

.

A+A-

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê di civînê de beşdar dibe.

Biryar e aliyên siyasî yên Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê bicivin û biryarê li ser dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bidin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, bi armanca dayîna biryarê derbarê dema hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de, roja Çarşemê 10ê Tebaxê, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert, dicivin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêştir di roja 24/2/2022an de fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kiribû û biryar bû hilbijartin roja 1/10/2022an bihata kirin, lê aliyên siyasî li ser yasaya hilbijartinê û Aktîvkirina komîsyonê ne hevnêrîn bûn, çend caran jî aliyên siyasî ji bo wê pirsê civiyabûn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dema borî de tekezî li ser wê yekê dikirin ku ew ji bo hilbijartinan amade ne û di civîna 1ê vê mehê ya bi Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert re Serok Barzanî ragihand: “Divê astengiyên li pêş hilbijartinan nemînin û hilbijartin di zûtirîn dem de bên kirin û ji bo vê mebestê jî PDK amadeye her sibe hilbijartinên bên kirin.”

(K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin