Ahmed Kanî pirtûka xwe ya li ser Rojnameya Kurdistanê da nasîn

Ahmed Kanî pirtûka xwe ya li ser Rojnameya Kurdistanê da nasîn

Nivîskar, rojnamevan Ahmed Kanî li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî, pirtûka xwe ya ”analîzek li ser Rojnameya Kurdistan” da nasîn.

A+A-

Ahmed Kanî îro li Stockholmê ji Kurdên Stockholmê re pirtûka xwe da nasîn. Ev xebata Ahmed Kanî teza wî ya lîsansa bilind e, li Zanîngeha Artuklu-Mêrdînê. Ahmed Kanî bi hûrgilî li ser naveroka rojnameya Kurdistanê xebitiye, analîzeke têr û tijî kiriye.

ahmed-kani-2019-05-12x1-001.jpeg

Kurdistan yekem rojnameya kurdî yek u cara pêşî 22ê nîsana 1898an de li Qahîreyê derketiye. Xwedî û berpirsyarê pêşîn Mîqdad Mîdhet Bedirxan e, pişt re birayê wî Ebderrehman Bedirxan dibe xwedî û berpirsyar. Li sê welatên cihê, Misir, Îngilîstan û Swîsreyê, li ser hev 31 hejmarên wê derketine. Her çendî li derveyê welat derdiket, lê li nava welêt jî dihat belav kirin. Lê birêvebirên Osmanîyan ew qedexe dikir û nedihêla ku li Kurdistanê belav bibe.

rojnameya-kurdistan2019-05-12.jpeg

Ahmed Kanîdi sala 1958'an li Amedê dayik bûye. Di sala 1980an de ji Enstutuya Perwerdeyê ya beşa Tirkî xwendiye. Li Zanîngeha Anatolîyayê beşa Rêvebiriya Giştî û li Zanîngeha Stenbolê Beşa Rojnamegerîyê xwendiye. Li Zanîngeha Artukluyê li ser rojnameya Kurdistanê teza masterê nivîsiye. Nuha li Zanîngeha Dîcleyê wek xwendekarê taybet  ê doktoraya kurdî dixwîne. Ahmed Kanî di sala 2017an de "Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî" pirtûkek lêkolînê nivîsandiye. Nuha jî li Amedê dijî.

Piştî nasandinek kurt Ahmed Kanî bersîva pirsên beşdaran da. Hin beşdar jî dîtinên xwe li ser Rojnameya Kurdistanê anîn ziman. Hinek munaqeşe li ser roja derketina Rojnameyê çêbûn, gelo 21ê nîsanê ye an wek heta nuha tê zanîn 22 nîsanê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin