7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 28’e Îlonê ye

7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê 28’e Îlonê ye

7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê îsal bi beşdariya 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl dê bê lidarxistin.

A+A-

7’emîn Pêşengeha Firtûkan a Amedê îsal bi beşdariya 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl dê bê lidarxistin. 

 

7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Şirketa Çêker a Hemû Fuaran (TUYAP’ê) ve tê lidarxistin, dê di navbera 28’ê Îlonê û 6’ê Cotmehê de li Navenda Pêşengeh û Kongreyê ya Amedê pêk bê. Pêşengeh wê 9 roj dewam bike û tê payîn 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bibin û dê bi standên xwe bi xwîneran bên gel hev. 

 

Di pêşengehê de wê şahiyên mîna panel, guhdariya helbestan, rojên destnîşanê, xebatên kargehê jî bên birêvebirin. 

 

Tê payîn dê nivîskar û helbestvanên wek Adnan Ozyalçiner, Canan Tan, Ahmet Tellî, Mîne Sogut, Altan Oymen, Aytul Akal, Ahmet Şîmşîrgîl, Latîfe Tekîn, Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Feryal Saygiligîl, Kemal Hamamcioglu, Lal Laleş, Bîrsen Ekîm Ozen, Şener Ozmen, Kemal Varol, Ayşe Hur, Şeyhmus Dîken, Berken Bereh, Gaye Boralioglu, Erdogan Aydin, Toprak Işik, Gulseren Budayicioglu, Selîm Temo, Çîgdem Gundeş, Vecdî Erbay û Îsmaîl Beşîkçî beşdarî pêşengehê bibin û pirtûkên xwe îmze bikin. 

 

Têketina pêşengehê bêpere ye. Pêşengeh her roj dê saet di navbera 10.00-19.30 vebibe û bê girtin. 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin