69 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkîyeyê nameyek nivîsandine

69 parlamenterên Parlamentoya Ewropayê ji bo Tirkîyeyê nameyek nivîsandine

69 endamên Parlementoya Ewropayê name ji Josep Borelle, Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekarîyê û Karên Derve yê Yekîtîya Ewropayê re şandine û tê de gotine: “Divê kirinên AKPê yên li dijî hiqûqê neyên qebûlkirin.”

A+A-

Li Parlementoya Ewropayê (PE), Tifaqa Azad a Keskan/Ewropa, Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Çepa Keskan a Îskandînav-Çepên Yekbûyî ên Ewropayê(GUE/NGL) jî tê de, 69 parlementerên gelek komên cihê, name ji Josep Borelle, Nûnerê Taybet ê Polîtîkayên Ewlekarîyê û Karên Derve yê Yekîtîya Ewropayê re şandine.

Parlamenteran di nameyê destnîşan kirine û gotine, “Pergala serokatîyê ya Tirkîyeyê, rêgeza darizandina serbixwe qels kirîye. Êrîşên bêhiqûq ên hikumeta Tirkan bi tenê berê xwe nade demokrastîya parlementer. Hevşaredarên Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) bi awayekî bêhiqûq ji wezîfeyê hatine stendin û li şûna wan 'Walî û Qeyyûm' hatîye wezîfedarkirin. Ji hilbijartina 31ê Adara 2019an û heta niha ji 65 şaredarên HDPê 46 şaredar hatine desteserkirin.

"Di êrişan de kesên sivîl hatine kuştin"

Di nameye de dîyarkirine û weha pê de çûne, “Ji xeynî êrîşên hewayî yên Artêşa Tirkan yên li ser Şengal û Kampa Mexmûrê, ji ber operasyona di 14ê Hezîranê de ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî fikarên me zêde dike. Di 23ê Hezîrana 2020an de li Kobanê bi balafirên bê mirov êrîşek hate kirin, gelek sivîl hatin qetilkirin û birîndarkirin.”

“Divê kirinên AKPê neyên qebûlkirin”

Di nameyê de hatîye destnîşankirin,Tirkîye endamê NATOyê û Konseya Ewropayê ye û ji bo Yekîtîya Ewropayê jî welatekî endam e û gotine,” Divê ev kirinên Partîya Dad û Geşepêdanê(AKP) yên li dijî normên demokratîk ên hiqûqa navneteweyî û neteweyî neyên qebûlkirin. Em bang li we dikin ku li dijî rejîma otokratîk a Erdoganî têkevin nav hewldanan.

"Em ji Komîsyonê dixwazin ku ji xeynî van êrîş û zextên neqanûnî ji bo bidawîkirina êrîşên li dijî hiqûqa navneteweyî jî, bila embargoya aborîyê bisepînin û di vî warî de gavên berbiçav biavêjin.”

Bianet

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin