5 Jinên Kurd di zindaneke grûpa Hemzat de hatin dîtin

5 Jinên Kurd di zindaneke grûpa Hemzat de hatin dîtin

Çavkanîyeke taybet ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand, duh piştî ku şer di navbera grûpa Hemzat û xelkê Xûteya Rojhilat de li Efrînê derket, 5 jinên Kurd di zindaneke wê grûpa çekdar de hatin dîtin, ku ji alîyê wê grûpa ser bi Tirkîyê ve hatibûne girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Çavkanîyê navborî aşkere kir, “şerê duh ên di navbera grûpa çekdarî ya Hemzat û erebên Xûteya Rojhilat de ku ji sala par ve li Efrînê hatine bicihkirin, ji ber wê yekê bûye ku Sûrî bûye, ku çekdarekî wê grûpê red kirîye li hember kirîna kelûpelan pere bide karmendekî dukana ku kelûpel jî kirîbûn.”

Heman çavkanîyê da xuyakirin, ji ber vê nakokîyê, çekdarên grûpa Hemzat êrîşî dukanê kirin û piştî wê bûyerê, xelkê Xûteyê yên ku li herêma Efrînê hatine bicihkirin, li dijî grûpa Hemzat derektin û di navbera herdu alîyan de şer derket.

Li gor zanyarîyan, piştî şer çekdarên Hemzat ji baregeheke xwe revîyane û piştre li wê baregehê zindanek hatîye dîtin.

Heman çavkanîyê ji Rûdawê re ragihand, “piştî ku çekdarên Hemzat ji baregehên xwe revîyane, polîsên leşkerî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûrîyê ve ne, derbasî baregeha wan bûne û 5 jinên Kurd li wê zindanê dîtine, ku ew jin berî niha ji alîyê wê grûpê ve hatibûn revandin.”

Têkildarî heman bûyerê, daxuyanîyek li ser navê “Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Bakura Rizgarkirî”, li ser torên civakî hatîye weşandin, ku têde şer û pevçûna navbera xelkê û grûpa Hemzar li Efrînê û herwiha dîtina hejmarek girtîyan li baregeha wê grûpa çekdarî piştrast dike.

Li gor vê daxuyanîyê, şer li taxa Mehmûdîyê ya bajarê Efrînê çêbûye û sedema wê jî ew bûye, ku çekdarekî Firqeya Hemzat jibo kirrîna kelûpelan çûye dukaneke xelkê Şamê yên koçkirî, tevî ku zanîye ji berê ve deyndar e, lewma xwedîyê dukanê tişt nedane wî çekdarî, “ji ber wê jî wî çekdarî narincokek avêtîye nav dukanê, ku di encamê de zarokek û dayika wî birîndar dibin.”

Di wê daxuyanîyê de herwiha tê gotin, piştî ku xelkê deverê berê xwe didin cihê bûyerê, “ew çekdarên Hemzat rasterast û bi awayekê beredayî teqe li xelkê dike, ku di encamê de kesekî sivîl ji encama birîndarbûnê tê kuştin.”

Herwiha amaje bi wê yekê hatîye dan, ku wî çekdarê Hemzat teqe li her kesî kirîye, ku hewl didan alîkarîya kesê birîndar bikin, û “di encama teqeya beredayî de 3 welatîyên sivîl birîndar dibin û zarokekî ji koçberên gundewarên Idlibê tê kuştin.”

Li gor daxuyanîyê, ji ber wan bûyeran “xelk rabûn û berê xwe dan baregeha Firqeya Hemzatê li taxa Mehmdîyê û dema derbasî nav baregehê bûn, bi dehan girtî dîtin ku hemû tazî bûn.”

Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Efrînê di sê xalan de daxwazên xwe arasteyî Artêşa Niştimanî ya Sûrîyê (hêzên opozisyona Sûrîyê ku berê wek Artêşa Azad a Sûrîyê dihat naskirin) û hêzên Tirkîyê dikin.

Di wan sêx xalan de, xelk daxwaz dikin, ku “Grûpa Hemzat bi temamî ji Efrînê derkeve”, “sedema hebûna jinên girtî û tazî (rût) li baregehên Hemzat bê aşkerekirin” û “hemû kesên berpirs û tometbar ji van bûyeran jî bêne cezakirin”.

Xelkê Şamê û Gundewarên wê yên li Efrînê destnîşan kirîye, ku binpêkarîyên grûpa Hemzat li dijî xelkên sivîl li Efrînê berdewam e.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve di kontrola Tirkîyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûrîyê de ye û ji wê demê ve heta niha gelek binpêkarî di derheqê welatîyên sivîl û resen ên Efrînê de hatine kirin.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin