4 tometbarên êrîşa li Mêrdînê derdikevin pêş dadgehê

4 tometbarên êrîşa li Mêrdînê derdikevin pêş dadgehê

.

A+A-

Li ser êrîşa li dijî hemwelatiyên Duhokê  ya li parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê, 4 kes hatine desteserkirin, ew 4 tohmetbar îro derdikevin pêş dadgehê.

Roja 19ê vê mehê 5 hemwelatiyên Duhokê bi armanca wergirtina çareseriyên bijîşkî, bi otomobîla xwe derbasî Bakurê Kurdistanê bibûn û li ser rêya Mêrdînê bi çekan êrîş li wan hatibû kirin û di encama bûyerê de her pênç hemwelatiyên Duhokê canê xwe ji dest dabûn.

Piştî êrîşa Mêrdînê, ya şeş tohmetbar hatibûn desteserkirin, du ji wan piştî wergirtina îfadeyên wan hatibûn berdan. Dema desteserkirina çar tohmetbarên din jî bo du rojên din hatibû dirêjkirin û îro ji bo Dadgeha Mêrdînê hatin birin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin