4 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin!

4 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin!

Operasyona leşkerî li çiyayê Cudî yê Bakurê Kurdistanê berdewam dike û di encama şer de 4 leşker hatine kuştin.

A+A-

Operasyona leşkerî li çiyayê Cudî yê Bakurê Kurdistanê berdewam dike û di encama şer de 4 leşker hatine kuştin.

Li çiyayê Cudî yê Şirnaxê ev 2 roj in operasyona leşkerî berdewam dike, duhî 3 leşkerên Tirk birîndar bubûn û piştre li nexweşxanê canê xwe jidest dan.

Parêzgeriya Şirnaxê duh bi daxuyaniyekê kuştina leşkerekî û birîndarbûna 3 leşkeran ragihandibû, lê îro da zanîn ku ji ber giraniya birînên wan, ew 3 leşker li nexweşxanê canê xwe ji dest dane.

Li gor heman daxuyaniyê, leşkerên wan li navçeya Silopî ya Şirnexê, dema di operasyonê de bûn, rastî êrîşa gerilayên PKKê hatibûn.

Ji aliyekî din ve, di encama bombebarana balefirên şer li ser gundên binara çiyayê Cudî yên wek Çolya, Hesana, Şaxê û Heblerê agir bi daristanan ketiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin