3 kêmendam derketin ser lûtkeya Çiyayê Helgurd

3 kêmendam derketin ser lûtkeya Çiyayê Helgurd

Komeka çiyager ên ku ji Rojhilat in ku 3 kesên kêmendamên ku çavên wan nabînin, derketin ser lûtkeya Çiyayê Helgurd.

A+A-

Komeka çiyager ya Rojhilatên ku 3 kesên kêmendamên ku çavên wan nabînin derketin ser lûtkeya Çiyayê Helgurd.

Serokê Koma Çiyagerên Hindirên Karox Elî aşkere kir roja pêncşemê 01/8/2019an wan pêşwaziya gurubeka çiyager kir ku ji 9 kesî pêk dihatin û ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sineyê bûne. Herwiha wê gurubê daxwaz dikir derkevin ser lutkeya Çiyayê Helgurd ku zêdetir ji 3 hezar û 607 kîlometreyan bilinde ku weke çiyayê herî bilind ê Herêma Kurdistanê tê zanîn. 

unnamed-1.jpg

Herwiha Karox Elî got: “ Taybetmendiyeka ciyawaz a vê geştê jî ew ku ku di nava vê koma çiyageran da 3 kêmendamên çavên wan nabînin jî hebûn. Wan her sêyan jî karin bi bêyî ti muşkuleyan derkevin ser lutkeya Çiyayê Hegurd. Me jî weke komeke çiyager a Herêma Kurdistanê alîkariya wan kiriye û ew dibe cara yeke ku kêmendamên çavên wan nabînin derdikevin ser Çiyayê Helgurd."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin