Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

15ê Gulanê Wek Roja Zimanî Kurdî Pîroz Dikim

A+A-

Konê Reş

 

   Çendî kêfxwweş dibim, dema ku rojnameyekê an kovarekê bi zimanê kurdî dibînim. Ev zimanê dêrîn, yê ku ji dehê salan ve di Rojhilatanavîn de di bin zilm û zora qedexeyê de bû.. Û hêjî, li hin perçeyên Kurdistanê dibin sansor û qedexebûnê de ye..

Dema ku dibihîzim kovareke nû, bi zimanê kurdî tê weşandin, pirr kêfa min tê.. û 15ê gulana 1932an, tê bîra min.. Ev roja ku yekemîn car di dîroka Kurdan de kovara HAWARê bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), û alfabeya Latînî di nav kurdan de hatiye weşandin.. Ji wê hingê ve, rewşenbîrên Kurdan his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe anîne û tînin der..

  Bi saya wê rojê û bi saya xwediyê HAWARê Mîr Celadet Bedirxan, roja îro em xwedî alfabeyeke xweser in û roja îro bi sedan, bi hezaran ji rewşenbîrên kurd yên ku bi zimanê Kurdî dinivîsînin hene û bi dehan navend, enstîtu û komeleyên Kurdî hatine damezirandin û di xebatê de ne.. Her wiha bi sedan kovar, rojname û malperên internetê bi zimanê Kurdî, alfabeya latînî li seranserî dinyayê çêbûne..

   Ez roja (15ê Gulenê), wek roja zimanê Kurdî dibînim.. Wek ku çawa 22ê Nîsanê bi navê roja rojnamegeriya Kurdî hatiye bi nav kirin, wiha jî bi min xweş e ku roja 15ê Gulenê jî li seranserî Kurdistanê, bi navê roja zimanê Kurdî bê bi nav kirin.

  Bi şahî ez vê rojê bibîr tînim û li gelê xwe pîroz dikim û bi min xweş e vê gotina Mîr Celadet Bedirxan bibîr bînim:

(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne wezîfeka şexsîye, lê wezîfeka milîye jî, heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe a milî pêkve neanîbe, bi kêrî miletê xwe nehatine ji bo ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt..).

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara (40) Şam/1942.

  Ji Qamişlo, ez vê rojê li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim, spasiyên xwe ji wan kesên ku bi kurdî dinivîsînin pêşkêş dikim û ji wan re dibêjim; bijîn.. bijîn ji bo peyva kurdî a resen û sed carî mala we ava be.

 

Konê Reş/ Qamişlo, 11.05.2021

 

Önceki ve Sonraki Yazılar