15 sal cezayê girtîgehê ji bo Kurd ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin xwestin

15 sal cezayê girtîgehê ji bo Kurd ê ku ji helîkopterê hatibû avêtin xwestin

.

A+A-

Bo welatiyê Kurd ê ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ya li dijî gerîllayên PKKê de li sînorê bajarokê Şaxê ji helîkopterê hatibû avêtin bi hinceta endamtiya PKKê 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Welatiyê bi navê Osman Şiban ê 50 salî yê bavê 8 zarokan ligel Servet Turgut ê 55 salî ku bavê 7 zarokan e, roja 11ê Îlona 2020an di operasyoneke li dijî gerilayên PKKê de li sînorê navçeya Şaxê ya Wanê  li zozanekê hatibûn desterkirin û Osman Şiban piştî îşkencekirinê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve  ji helîkopterê hatibû avêtin.

Piştî ku ji helîkopterê hat avêtin, derbarê Şîban de bi hinceta endamtiya PKKê doz hatibû vekirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê rûniştina dozê li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê hat kirin û parêzerên Şîban di dozê de amade bûn û 2 şahid hal jî bi rêya Sîstema Deng û Reng beşdarî dozê bûn.

Li gor zanyariyan  Şîban di parastina xwe de diyarkiriye ku dema çûn û hatina bo gundan serbst bûye, ew jî   dembidem  çûye mala xwe ya li zozanê û ti endamên rêxistinê nehatine mala wî. Herwiha gotiye ku ew tenê 2 mehên salê li mala xwe maye, 10 mehên salê deriyê mala   wî girtî ye  û  wî di demê ku maye de jî ti liv û tevgereke rêxistinê li wê derê nedîtiye û daxwaza bereetê kir.

Yek ji şahidhalan ku navê wî N.A ye jî got ku ew Şîban nas nake û ti peywendiya wî pê re nîne, lê şahidhalê din ê bi nave Y.S jî gotiye ku îfadeyên wî yên li navenda ewlekariyê rast in û “Osman Şîban endamê rêxistina terorî ye.”

Dozger jî piştî parastinan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji dadgehê daxwaz kir ku Osman Şîban bi 15 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin û mutalaya xwe radestî dadgehê kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin