11mîn rûniştina Doza Kobanî îro birêve diçe

11mîn rûniştina Doza Kobanî îro birêve diçe

.

A+A-

Rûniştina 11mîn a doza bûyerên Kobaniyê îro li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê birêve diçe. Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de  108 endam û wezîfedarên HDPê tên darizandin û 22 ji wan niha girtî ne.

Rûniştina 11mîn a li 22yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Sincana Enqerê, îro demjimêr 10.00 destpê kir. Di dawî rûniştina dadgehê de ku 2 hefteyan berdewam kiribû, daxwaza ji bo berdana Aysel Tugluk ku nexweş e, hatibû redkirin.

Li aliyê din vê rûştinê de, parêzerên Serokê Berê yê Desteya Dadwerên dosya bûyera Kobaniyê Bextiyar Çolak parastina wekîlê xwe dikin.

Bextiyar Çolak di destpêka doza buyera Kobaniyê de Serokê Desteya Dadweriya dozê bû û derbarê doza bûyera Kobaniyê de gilîname îmze kir. Zêdeyî mehek berê îstifa kir û niha di girtîgehê de ye.

Bextiyar Çolak di çarçoveya operasyona 23ê Adara 2022an a hêzên ewlekariya Tirkiyê de a li dijî rêxistina neqanûnî ya bi navê `Atadedeler` ku weke “baskê kar ê dewleta kûr a Tirkiyê” hat binivkirin de, li Enqere hatibû girtin.

Ji parêzerên doza bûyera Kobaniyê ya siyasetmedarên HDPyî diparêze Veysel Eskî da xuyakirin ku ev rewş nîşan dide ku dadgerî li Tirkiyê di çi rewşê de ye

Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza bûyerên Kobaniyê de li gel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.

Bûyerên Kobaniyê ku di 6-8ê Cotmeha 2014an de pêk hatin, weke hinceta sereke ji bo girtina HDPê tê nîşandan.

Bûyerên Kobanî

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin