Zilamekî hevjîna xwe û 8 kesên din jî kuşt

Zilamekî hevjîna xwe bi kêrê serjê kir û 8 kesên din jî bi guleyan kuşt.

22 Nîsan 2020

Navenda Nûçeyan – Li gor nûçeya çapemenîya Lubnanê zilamekî li bajarokê Beqlîn a li başûrê Beyrût a paytexta Lubnanê, duh 21.04.2020ê hevjîna xwe serjê kir.

Herwaha hat ragehandin wî zilamî piştî hevjîna xwe serjê kirîye, bi çek hatîye derve û bi ketober gule li xelkê berdane û 8 kesan ji ber wê jîyana xwe ji dest dane.

Heta naha sedemê wê bûyerê ne dîyare û hêzên ewlehîyê hewl didin wî zilamî bigrin.  

Basnews