Zekîye Îsmayîl Heqî ya Yekem Dadgera Kurd koça dawî kir

Zekîye Îsmayîl Heqî ya Yekem Dadgera Kurd koça dawî kir

.

A+A-

Zekiye Îsmaîl Heqî li Amerîkayê koça dawî kir. 

Yekem dadgera Kurd a li ser asta welatên Ereb û Rojhilata Navîn Zekiye Îsmaîl Heqî li Amerîkayê koça dawî kir.

Zekiye Îsmaîl Heqî ku li ser asta welatên Ereb û Rojhilata Navîn dadgera ewil a Kurd bû, di 18ê Mijdara 1939an de li Bexdayê li nav malbateke Kurdên Feylî jidayîk bûbû.

Di sala 1957an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê bi pileya nuwaze temam kir û di sala 1966an de bekaloyusa îdareya kar li zanîngeheke Swîsreyê bi dest xist.

Zekiye Îsmaîl Heqî di sala 1972an de bi pileya nuwaze, mastera hiqûqê li Zanîngeha Bexdayê wergirt û li zanîngeheke Amerîkayê doktoraya hiqûqa navdewletî bi dest xist.

Karê parêzeriyê kiriye û di 9ê Sibata 1959an de weke yekem dadgera jin di serdema hukmraniya Ebdulkerîm Qasim de hatiye tayînkirin û bûye dadgera Dadgeha Bexdayê.

Bi zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Efxanî û Îngilîzî dizanî.

Di Kongreya Heştem a PDKê de ku di 1ê Tîrmeha 1970an de birêve çû, weke endama komîteya navendî hat hilbijartin.

Di 11ê Kanûna 1952an de Yekîtiya Jinên Kurdistanê damezran û ji sala 1952an heta 1975an sekretera giştî ya wê rêxistinê bû.

Di çendîn kongreyan de nûnertiya PDKê kiribû, bi taybetî li kongreyên ku li welatên Brîtanya, Fransa, Nemsa, Îtalya, Swêd, Almanya, Çekoslavakya, Romanya, Yekîtiya Sovyeta Berê, Çîn Mogolistan, Îran, Hindistan, Tûnis, Sûdan, Misr, Urdin, Sûriye û Lubnanê.

Ji ber helwestên xwe yên siyasî ji 6ê Hezîrana 1962an, hemû erkên wê jê hatibûn standin, bi taybetî piştî ku beşdarî xwepêşandanan bûbû, ku ji bo daxwazkirina aştî û sekinandina operasyonên serbazî li dijî xelkê Kurdistanê dihatin lidarxistin.

Di sala 2003an de, bû endama projeya şefafiyet û têkoşîna li dijî gendelî û encûmena cardin avakirina Iraqê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin