Zêbarî: Ti desthilata Parlamentoyê nîne yariyê bi Budceyê bike.. Bes e nijadperestî

Zêbarî: Ti desthilata Parlamentoyê nîne yariyê bi Budceyê bike.. Bes e nijadperestî

.

A+A-

Husyar Zêbarî ku di navbera salên (2014 ta 2016) Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, rexneyên tund li Komîteya Darayî û Parlamentoya Iraqê digire. 

Derbarê rênekeftina Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Şanda Hikûmeta Kurdistanê di çendîn civînên borî de li ser budceya Iraqê ya sala 2021an, Wezîrê berê yê darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî got: “Ti desthilata Parlementoya ya destûrî nîne yariyê bi bydceyê bike. Bes e regezperestiya kirêt.”

Husyar Zêbarî ku di navbera salên (2014 ta 2016) Wezîrê Darayî yê Iraqê bû, rexneyên tund li Komîteya Darayî û Parlamentoya Iraqê digire.

Zêbarî û li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê nivîsiye ku madeya 62 ya destûrê, desthilata parlamentoyê li ser bûdceya darayî di du paragrafan de yekalî kiriye. Di paragrafekê de gotiye: “Encûmena Wezîran projebudceya giştî û hîsaba dawiyê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Parlamentoyê dike.”

Zêbarî diyar kir: “Li gor destûrê, ne ji mafê Parlemanto û Komîteya Darayî ye, yariyê bi projebudceyê bike û wê biguherîne.” Diyar kir jî: “Tiştê niha tê kirin, bazdan e li ser perensîpa cudakirina desthilatan ku bingeha sîstema demokrasiyê ye.”  

Tekez kir jî: “Destêwerdana Parlamentoyê di karûbarên desthilata cibicîkar û dadweriyê de, li piraniya welatan ne karekî yasayî û demokrasî ye.”

Zêbarî got jî: “Divê sînorek ji wê yekê re were danînin, ji ber ku sîstema me ya wek dewleteke federal ya serbixwe û xwedî serweriya temam, sîstema hikumraniyê tê de komarî, parlamenî, demokratîk e û ev destûrê gerentiya yekgirtîbûna Iraqê dike.”

Zêbarî dibêje: “Nabe parlamenterên birêz li gor dilê xwe û bi riya endametiya xwe siyasî û mezhebî yariyê bi budceyê bikin û divê dadwerî û mafên hemû pêkhateyan bê dûrxistina kesekî û bê nijadperestî biparêzin.”

Li dawiyê jî dibêje: “Hege rem bixwazin dewleteke medenî û dadperwer û li ser bingeha hevniştimanî û hevbeşiyê ava bikin, êdî bes e li ser têlên mezhebgerî û nijadperestiya kirêt û dûrxistinê yariyê nekin.”

Daxuyaniya Huşyar Zêbarî di demekê de ye, piştî çendîn civînên Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û nîşandana amadehiya temam ji bo li ser bingeha destûrê rêk bikevin, lê heta niha ti rêkeftin nebûye.

(K24)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin