Zêbarî: Bi qasî 30-35 binkeyên artêşa Tirk li nav Kurdistanê hene û 20 km din kete hûndir

Zêbarî: Bi qasî 30-35 binkeyên artêşa Tirk li nav Kurdistanê hene û 20 km din kete hûndir

.

A+A-

Şêwirmendê Leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî hejmara baregehên artêşa Tirkiyê yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê  eşkere kir.

Babekir Zêbarî li ser operasyonên dawî yên Tirkiyê ku bi hinceta PKKê di nav xaka Herêma Kurdistanê de berdewam dike got, “Artêşa Tirkiyê van dawiyan ji Zinarê Kêste ve 9 kîlometre hatiye hindûr û li cihên din heta 15-20 kîlometreyan hatine.”

Şêwirmendê Leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Berî niha jî hinek baregehên biçûk ên Tirkiyê hebûn ku bi rêkeftin bûn, lê niha bêyî rêkeftin û agahdarî hatine nav axa Başûrê Kurdistanê.”

Zêbarî eşkere kir ku niha 30 heta 35 xalên artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî hene ku PKK bûye sedema wê û diyar kir, “Niha li her cihekê PKK bixwaze hincet dide destê artêşa Tirkiyê ji bo ku rabikêşe nav kûrahiya Kurdistanê.”

Babekir Zêbarî herwiha destnîşan kir ku heger guvaşeke mezin a Iraq û navdewletî tunebe Tirkiyê operasyonan nasekinîne û paşde venakişe.

Zêbarî da zanîn, pirsgirêka navbera Tirkiyê û PKK bi şer çareser nabe û divê bi riya siyasî bê çareserkirin.

Operasyonên Tirkiyê yên ji 23yê Nîsanê ve bi hinceta hebûna PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê berdewam dikin û artêşa Tirkiyê ji bilî bombebaranên asmanî hêzên bejahî dadixe herêmê û wan bicih dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin