Zarokeke Êzidî ya ku DAIŞiyekî ew revandibû li Enqereyê hatiye dîtin

Zarokeke Êzidî ya ku DAIŞiyekî ew revandibû li Enqereyê hatiye dîtin

.

A+A-

Polîsan berpirsekî DAIŞê desteser kiriye û zarokeke êzidî ya 7 salî ji destê wî rizgar kirine.

Li Enqereyê polîsan berpirsekî DAIŞê desteser kiriye û zarokeke êzidî ya 7 salî rizgar kirine ku heman DAIŞiyî ew revandiye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Midûriyeta Emniyetâ ya Enqereyê û Rêxistina Îstixbaratê ya Netewî (MIT) bi operasyoneke hevbeş kesê bi navê S.O. yê DAIŞî desteser kirine.

Her dua saziyan di encama xebatê de derxistine holê ku S.O.yê li Mûsilê di nava DAIŞê de berpirsiyar bûye, hatiye Enqereyê û li wir xebatên xwe dewam dike.

Di heman xebatê de derketiye holê ku zarokeke êzidî ya 7 salî jî bi xwe re aniye. Polîs û karmendên MITê bi hev re operasyonek li dar xistine û S.O. û N.H.R.yê ku pê re dixebitî, desteser kirine. Keça êzidî jî radestî Midûriyeta Malbat, Xebat û Xizmetguzariya Civakî kirine.

Ofîsa rizgarkirina kesên DAIŞê ew revandine, di 15ê Sibata 2021ê de aşkeri kiribûn ku heta îro 3 hezar û 545 êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne, hezar û 205 ji wan jin in, 339 mêr, 2001 rizgarkirî jî zarok in. Her weha diyar kiribû hê du hezar û 768 êzidî nehatine rizgarkirin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin