
Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da
.
A+A-
Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da. Bûyer saetên berê evarê çêbû û piştî Mîroglû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dema Mîroglû bisiqletê ajotiye maşîneya zirxî lê qelibiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin