Zanîngeha Artukluyê ji bo mastera Kurdî xwendekaran werdigre

Zanîngeha Artukluyê ji bo mastera Kurdî xwendekaran werdigre

,

A+A-

Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê dê 20 xwendekarên Masterê ya bitez (15 Kurmancî, 5 Zazakî), 40 xwendekarên mastêrê ya bêtez (30 Kurmancî, 10 Zazakî) bi giştî 60 xwendekaran werbigre.

Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê ji bo bernameyên masterê yên Kurdî, Suryanî û Erebî dê 108 xwendekar werbigre. 

Serlêdanên masterê di 4ê Tebaxê de destpê dike û di 17ê Tebaxê de bidawî dibe.  

Zanîngehê ragihandiye, ji bo mastera bitez a Ziman û Çanda Kurdî dê 15 xwendekar ji bo zaravaya Kurmancî û 5 jî ji zaravaya Zazakî bi giştî 20 xwendekar bên qebûlkirin. Herwiha ji bo mastera bêtez dê 30 xwendekar ji bo zaravaya Kurmancî û 10 jî ji zaravaya Zazakî bi giştî 40 xwendekar bên qebûlkirin.

Ji bo qebûlkirina bernameyên masterê divê serlêder ji bernameyeke 4 salî mezûn bûbin û ketibin ezmûna ALESê (Ezmûna Perwedehiyê ya Masterê û Personelên Akademîk).

Ji bo beşa bitez ya Kurdî divê serlêder di ezmûna ALESê de herî kên 55 pûan wergirtibin û ji bo beşa bêtez şertê ALESê nayê xwestin.

Herwiha ji bo mastera bitez a Kurdî divê xwendekar di Ezmûna Zanistiyê de herî kêm 60 puan bistînin.

Li aliyê din ji bo mastera bêtez a Kurdî divê xwendekar di Ezmûna Zanistiyê de herî kêm 50 puan bistînin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin