Yunanistan, Tirkîyê bi Belavkirina Nûçeyên Derew Tawanbar Dike

Yunanistan, Tirkîyê bi Belavkirina Nûçeyên Derew Tawanbar Dike

Berdevikê Hikûmeta Yunanistanê Stelyo Petsas dîyar kir ku Tirkîye dijî wan nûçeyên derew belav dike.

A+A-



Navenda Nûçeyan - Petsas da zanîn ku daxuyanîya Walîtîya Edîrne, ku dîyar kiribû karbidestên ewlekarîyê yên Yunanistanê koçberek kuştine, derew e.

‘’Berê behsa birîndaran dikirin, niha jî dibêjin ku yek hatîye kuştin. Ez dubare dibêjim ku ew derewan dikin. Tiştekî wisa neqewimî.’’ Petsas got.

Wî dîyar kir ku karbidestên Yunanistanê gule nereşandine.

Walîtîya Edîrne ragihandibû ku karbidestên ewlekarîyê yên Yunanistanê, li hêla Derîyê Sinor yê Pazarkapi, bi çekan koçberek kuştine û 5 koçberên din jî birîndar kirine.

Dengê Amerîkî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin