
Yunanîstan dixwaze NATO Tirkîyê şermezar bike
Serokwezîrê Yunanîstanê Kriakos Miçotakis ragihand ku Tirkîye hiqûqa navdewletî binpê kirîye û daxwaz ji NATOyê kir ku Tirkîyê şermezar bike.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Yunanîstanê Kriakos Miçotakis ku serokê Partîya Demokrasîya Nû ye, di dawîya kongreya partîya xwe de axifî û tekez kir ku welatê wî ti provokasyoneke Tirkîyê bê bersiv nahêle.
Kriakos Miçotakis da zanîn ku piştgirîya grûpa herî mezin a sîyasî ya Partîya Gel a Ewropayê li Parlamentoya Ewropayê wergirtine û got: "Yek ji endaman ku vekirî hiqûqa navdewletî binpê kiribe û endamekî din anîbe pêşberî xwe, ne mimkun e tifaqeke wek NATOyê li enîşkê raweste û bêdeng bimîne."
Serokwezîrê Yunanîstanê Kriakos Miçotakis herwiha daxwaz ji NATOyê kir ku ji ber van bipêkirinan Tirkîyê şermezar bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin