Yunanistan derîyên xwe biser hevwelatîyên Tirkîye ve digre

Yunanistan derîyên xwe biser hevwelatîyên Tirkîye ve digre

Biryara girtina derîyên sînorî yên Yunanistanê bi rûyê hevwelatîyên Tirkîye, Albania û Makedonya Bakur heta 31ê Tîrmeh a îsal hate dirêj kirin.

A+A-

Ligor biryarê, egera girtina derîyên sînorî rêgirîya Vayrosa Korona ye.

Ji alîyê xwe ve, ev her sê welat derîyên xwe yên sînorî bo hevwelatîyên Yunanistanê vekirin e.

Di navbeyna Yunanistan û Tirkîye de, di dema dawî de kêşeyên lêgerîna enerjîyê li Derya Naverast gihiştîye astek bilind. Hin pisporên Tirk, egera qedexeya bi rûyê hevwelatîyên Tirkîye ve, bi vê Krîzê ve girêdidin..

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin