
YPG: Operasyonên me li Efrînê li dijî Tirkiyeyê didome
YPGê kuştina 2 serbazên Tirkiyê û brîndarkirina 6 ên din li Efrînê ragehand.
A+A-
Berdevkê YPGê li Efrînê , Brusk Hesekê ragihand, operasyonên wan li nava Efrînê û gundewarên wê li dijî artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê berdewam in. Îro hêzên wan di operasyoneke taybet de, li ser rêya Cindirês-Efrîn 2 serbazên Tirkiyeyê kuştine û 6 ên din jî birîndar kirine.
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve, YPG diyar kiribû ku, ew dê awayê çalakiyên xwe li dijî Tirkiyeyê bi metodên nû lidar bixin.
(K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin