YNKê piştgirî da helwesta Berhem Salih

YNKê piştgirî da helwesta Berhem Salih

Yekîtîya Nîştimanîya Kurdistanê piştîvanîya xwe ji bo helwesta Serokkomarê Iraqê Berhem Salih nîşan da. Berhem Salih ragihandîye, ew li hember fişarên alîyên sîyasî îradeya xwe radest nake û amade ye ji ber rewşa niha ya Iraqê dest ji kar berde.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Endamê Encûmena Serkirdatîya YNKê, Seidî Ehmed Pîre îşev di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, helwesta Berhem Salih ji bo çareserîya rewşa Iraqê ye û ji alîyên sîyasî xwast, ku vê mijarê xirab bikar nehînin.

Seidî Pîre got, berpirsatîya Serokomar kûrkirina nakokîyan nîne û naxwaze rijandina xwîna iraqîyan berdewam be. Pîre got: “Ti bendeke destûrê nîne ku vê helwesta serokomar wek nedestûrî nîşan bide, lewma ew di nava kûrtirkirina nakokîyan û destjikarberdanê, amadebûna xwe jibo destjikarberdanê nîşan daye û em jî wek YNK piştgirî li helwesta wî dikin.”

Pîre herwiha destnîşan kir: “Heta niha li parlamentoya Iraqê kîjan alî mezintirîn fraksyon e, hevdem di navbera alîyan de ji bo dîyarkirina berbijêrê serokwezîrê nû yê Iraqê komdengî nîne.”

Derbarê vegera Berhem Salih bo Silêmanîyê de jî, Seidî Pîre got: “Serokomar ji ber posta xwe ya hizbî, ji niha pê ve hemû pêncşemîyan dê vegere Silêmanîyê û şemîyan dê vegere Bexdayê.”

Bi gotina wî rayedarê YNKê, posta Serokomarîya Iraqê pişka YNKê ye, lewma jî tenê ew dikarin biryarê li ser wê yekê bidin ku serokomar dest ji kar berde yan na.

Ev helwesta YNKê piştî wê yekê hat, ku Hevpeymanîya Bîna, ku Hadî Amirî û Nûrî Malikî serokatîya wê dikin, îşev di daxuyanîyekê de Berhem Salih bi binpêkirina destûrê û bikaranîna sîyaseta kuştina demê tometbar kirin û daxwaz ji parlamentoya Iraqê kirin, lêpirsînê bi Salih re bike.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin